Li navçeya Rezan ya Diyarbekirê qedexe hat ragihandin

Şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê bi destpêka demsala biharê re careke zêde û dijwar dibe. Li navçeya Baglarê (Rezan) ya Diyarbekirê jî, qedexe hat ragihandin û di şer pevçûnên li navçeyê de 4 kes hatin kuştin. Nişteciyên li taxê koç dikin û nerazîbûna xwe ji bo zêdebûyîna şer radigihînin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c736d6d9-aeea-4366-938f-8c490a34de9b/LiTaxaRezanJiQedexeHatRagihandin.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê bi destpêka demsala biharê re careke zêde û dijwar dibe. Li navçeya Baglarê (Rezan) ya Diyarbekirê jî, qedexe hat ragihandin û di şer pevçûnên li navçeyê de 4 kes hatin kuştin. Nişteciyên li taxê koç dikin û nerazîbûna xwe ji bo zêdebûyîna şer radigihînin.

Li taxek ji Rezan a navçeya bajarê Diyarbekirê, li navenda bajêr çûnûhatin hatiye qedexe kirin û şer û pevçûn lê destpê kirine. Piştî şeva 14ê Adarê, di pevçûnen li navçeyê destpê kir. Di encamê de endamekî hêzê ewlehiya Tirk hat kuştin û şerê kul li navçeyê berdewam kir de hat ragihandin ku 3 endamên Yekiniya Parastina Sivîl YPSê jî hatine kuştin.

Bi hezaran welatiyên li vê taxê jî wek li wan navçeyên din yên li Bakur ku qedexe lê hatibû ragihandin ji ber şer direvin û kel û pelên ku bi destên xwe ve girtine koçber dibin

Heta niha di encama qedexe û şer û aloziyên li Farqîn û Sûr a navçeyên Diyarbekirê, Silopya û Cizîr a navçeyên Şirnexê û Niseybîn û Dêrik a nevçeya Merdînê bi sedan kes hatin kuştin, bi hezaran kes birîndar bûn û 355 hezar kes ji ciyên xwe koçber bûn.  Niha jî li Rezan û Sûr a navçeya Diyarbekirê, Şirnexê û Gewer a navçeya Colemêrgê qedexe didome.