Ebdihekîm Beşar: Daxwaza federalîzmê li Sûriyê dikin

Endamekî Kurd di şanda opozîsyonê de bo danûstandinên Cenêvê dibêje, ewê di destûra nû ya Sûriyê de, daxwaza federalîzmê li Sûriyê bikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f6f31885-2194-48e0-a1f9-cbc3251271a9/Hekim%20beshar-.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî Kurd di şanda opozîsyonê de bo danûstandinên Cenêvê dibêje, ewê di destûra nû ya Sûriyê de, daxwaza federalîzmê li Sûriyê bikin.

Endamê şanda opozîsyona Sûriyê di danûstanên aştiyê li Cenêvê Ebdihekîm Beşar ji K24ê re ragihand ku, ewê di destûra nû ya Sûriyê de, daxwaza federalîzmê li Sûriyê bikin. Beşar amaje bi wê yekê kir ku, berî qonaxa veguhastina siyasî li Sûriyê ew pêk naye.

Beşar got jî: “Di warê mirovî de, çi zehmetî li pêş Kurdan hebû, me behis kir. Di beşa dadweriya veguhêz de zehmetiyên li Kurdan wek (Şembera Erebî, sermijarê û guhartina navên Kurdî) dê çareser bibe.”

Danûstandin di navbera Opozîsyona Sûriy û rejîma wî welatî de, ji duh de bi serperiştiya aliyên navdewletî, li Cenêvê gera xwe duyem de dest pê kir.