Bilbila şoreşê Fetûm bîranînên şoreşa Sûriyê bibîr tîne

Stranbêj ango bilbilên şoreşê li bajarê Amûdê, bi helkefta pêncemîn salvegera destpêka şoreşa Sûriyê, rojên xwepêşandanan li bîra xwe tînin, herweha xwe dilxemgîn dibînin ji ber şoreşa wan ber bi rêyeke ne diyar ve diçe.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4e42cbe3-e605-4ddf-ac53-0467d8da8878/sores-amude.ism/manifest

K24 – Amûdê

Stranbêj ango bilbilên şoreşê li bajarê Amûdê, bi helkefta pêncemîn salvegera destpêka şoreşa Sûriyê, rojên xwepêşandanan li bîra xwe tînin, herweha xwe dilxemgîn dibînin ji ber şoreşa wan ber bi rêyeke ne diyar ve diçe.

Fetûm zarokeke ku bi navê Reşê ango bilbila şoreşê ji alî xelkên amûdê ve tê naskirin, di sala 2011an de li ser milê xortan slogan û stran ji xwepêşandêran re digotin.
Reşê ji K24ê re bîranîn xwe bibîr tîne û dibêje: “Hevalê min ev wêne diyarî dane min û ez jibîr nekirim, dema çalakî çê dibûn mîna xwepêşandanan, di hatin ez ji malê dibirim û ez dihatim nasîn bi bilbila şoreşê.”

Herwiha Reşê got: “Ji mere di gotin soza me li cem mizgefta mezin e, di vê rojê de min û du keçikên hevalên min, me xwe amade dikir û ji roja çarşemê ve me stranên xwe amade dikirinû me stranên xwe ji tilvizyonan û ji cadeyan werdigirtin.”

Ji alî xweve xortên Amûdê amadekariyên xwe dikirin ji durişm û siloganan berî dema xwepêşandanê û ji hindek malan destpêdikirin ber bi mizgefta mezin ve.
Stranbêjê sloganan li Amûdê Masûm jî dibêje: “Me amadekariyên xwe dikirin mîna alavên deng û miwelîdeyê eletrîkê û siloganên xwepêşandanê û me li ser erebeyeke destan datanîn, da ku li wir em ti astengiyan nebînin.”

Piştî 5 salan stranbêj û bilbilên şoreşê tekez dikin ku armancên wan pêk nehatin û dîse ew stran û siloganên berê dûbare dibin.