Opozîsyon: Rûsya denûstandin rizgar kir

Di 14ê vê mehê de danûstandinên Cenêv3 di gera xwe ya duyemîn derbarê kirîza Sûriyê û proseya aştiyê li wî welatî de destpê kir bûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Desteya Bilins a Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê ragehand ku, biryara Serokê Rûsyayê bi veşandina beşekî mezin a hêza xwe ji Sûriyê danûstandinên Cenêvê ji têkçûnê rizgar kir.

Derbarê biryara Rûsyayê Berdevkê Desteya Bilins a Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê Dr. Minzir Maxos bo rojnameya El-Şeriq El-Ewsed daxuyaniyek belav kir tê de wiha got:"Biryara Rûsyayê nameyek bû bo Serokê rejîma Sûriyê."

Maxûs da zanîn ku, ew eger Rûsya ew biryar ne standiba ji sedî sed danûstandinên Cenêvê piştî çend rojan wê têkçûban, taybet piştî daxuyaniyên Wezêrî Derve yê Sûriyê Welîd El-Mûelim û Nûnerê rejîmê li Encûmena Neteweyên Yekbûyî Beşar El-Caferî.

Di 14ê vê mehê de danûstandinên Cenêv3 di gera xwe ya duyemîn derbarê kirîza Sûriyê û proseya aştiyê li wî welatî de destpê kir bûn.