Barzanî 20 dosêyên gendelîyê dide Desteya Destpakîya Herêmê.

Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê li bwarê pirojeya çaksazîya xwe di hikumata Herêma Kurdistanê de biryar daye 20 dosêyên gendelîyê radestê Desteya Destpakîya Herêma Kurdistanê bike.

K24-Hewlêr:

Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê li bwarê pirojeya çaksazîya xwe di hikumata Herêma Kurdistanê de biryar daye 20 dosêyên gendelîyê radestê Desteya Destpakîya Herêma Kurdistanê bike.

Serokê Desteya Destpakîyê jî daxwaz ji Civata Asayîşê û dezgeha asayîşî  dike ku harîkar bin ji dana zanîyarîyên hûr li se samanên berpirsan, daku di dema vêdaçûnê de mifayê jê wergirin. Ev di demekê de ye, ku Barzanî ragehandîye hîç astengek nabe rêgir li pêşîya çaksazîyan.

Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê, piştî ragehandina herdû pirojeyên çaksazîyê bo hikumeta Kurdistanê û partîya xwe, dû caran axivtin li ser pirojeya çaksazîyê xwe kirîye, di gotara xwe de ewa li ahenga bi dawîhatina gerra  19 ya kadirên PDKyêpêşkeş kirî ,ragehand; 20 keysên gendelîyê dê radestê Desteya Dstpakîyê bike bo encamdana çaksazîyê û dûçûnê li ser wan dosêyan. Barzanî hoşdarîyê dide, dibêje: Eger em çaksazîyê nekin dê ji nav biçin.

Li vekirina Zankoya Emerîkayî li bajarê Duhokê, li ser pirojeya çaksazîyê  Barzanî got: Hîç astengek nabe rêgir li pêşîya wan  çaksazîyên me biryar li ser dane  û dê kar li ser wê yekê bikin.

Desteya Destepakîya Herêma Kurdistanê jî, li benda gehiştina wan 20 dosêyane ji alîyê serok Barzanî ve bi merema dûçûnê û piştîvanî Barzanî jî bo pirojeya çaksazîyê bi egerek dizanin bo encamdana çaksazîyê li Herêma Kurdistanê.

Serokê Desteya  Destpakîya Herêma Kurdistanê daxwaz ji Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê dike, harîkarîya Desteya wan bike bi zanîyarîdanên hûr daku di dema dûçûnê de zanîyarîyên hûr hebin li ser samanên berpirsan.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/73c15978-d268-4d95-8a0d-effbd1ea5b2f/barzani%20w%20dastai%20daspaki.ism/manifest