Li Batmanê du jin endamên PKKê hatin kuştin

Ev bûyer di demekî de tê ku, Wezreta Navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku, xwekuja teqîna Enqereyê keseke 24 salî a bi navê Seher Çagla Demîrel e û ji sala 2013an ve pêwendiya wê bi Partiya Karkerên Kurdistanê PKKyê re heye.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê du jin Endamên Partiya Karkerên Kurdistan(PKK) hatin kuştin.

Derbarê vê mijarê de û li gor ajansa AAyê Tirkiyê polîsên Tirkiyê piştî gumana wan li ser du jinan ku bi merema pêkanîna çalakiyên leşkerî hatibûne Batmanê di nav otombîlekî de, hêzên Asayîşê Daxwaza rawestandina wan kir.

Li gor agahiyên polîsa piştî rawestandina wan, jinekê dest bi berdana guleyan kir piştî şerekî ligel polîsan hete kuştin û jina din jî xwe kuşt.