Heya niha pirojeyên alîyên sîyasî, çaresara rewşa Herêmê nekirine.

Herçende di dema bûrî de, bo bûrandina rewşa sîyasî û abûrîya Başûra Kurdistanê, alîyên sîyasîyên Herêmê komeka pêşnîyaz û pakêcên hevpişik pêşkeş kirin. Lê heya niha bi pirojeyên xwe nekarîne girêkoreya nihênîyan vekin û çareserîyekê bo arîşeyan vebînin. Gotebêjê Bizava Gorran jî dibêje: Em li ser helwîsta xwe her rijtin.

K24- Suleymanî:

Nêzîkî Pênc mehane , peywendîyên di navbera Partîya Dîmûkratîya Kurdistanê û Bizava Gorran hatîye pirçandin û vegirêdan wan peywendîyan bûye girêkore. Pêşkeşkirina pêşnîyaz û pirojeyên zêde yên alîyên sîyasî di vê dema dûr û dirêj de, çi tiştek ji rewşa aloza Başara Kurdistanê neguherî.

Şoriş hacî gotebêjê Gorran dibêje: Em tekezê dikin ku em rijtin li ser hilwîsta xwe ya berê li jêr ronahîya wan pirojeyên me pêşkeş kirîne bo alîyên sîyasî û me bo xelkê jî ragejhandine, li ser çareserkirina tengijeya abûrî û sîyasî.

Nwênerê Yekgirtûya Îslamî jî dibêje: Çunku vînea rastekî nahê dîtin di navera wan alîyên sîyasî de ku pêdivîye rêkkevtin di navebera wande bihên encamdan û dumahî bi arîşeyan bihên ji bona berjewendêya giştî. Cihê daxêye hinek alîyên sîyasî li şuna li dûv xwaztê xelkê biherin, mijûlî  şikandinêna hevin.

Kombûna berdewama  partîyên sîyasî, nîgeranîyeka mezin bo hevnîştîmanîyan durist kirîye, bi awyekê ku hinekan çi bawerî bi kombûnan nemane.