Salih Mislim: Ti pêwendiya YPGê bi teqîna Enqerê re nîne

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demkratîk (PYD) tuhmetên Tirkiyê red dike ku ti pêwendiya YPGê bi teqîna Enqereyê re hebe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demkratîk (PYD) tuhmetên Tirkiyê red dike ku ti pêwendiya YPGê bi teqîna Enqereyê re hebe.

Hevserokê Giştî yê PYDê Salih Muslim, di hevpeyvîneke Ajansa “Roj News” de derbarê teqîna Enqerê de axivî û got: “Erdogan dixwaze teqîna Enqereyê bike stûyê YPGê. Ti pêwendiya YPGê bi vê teqînê re nîne. Çima em biçin Enqereyê teqînê bikin? Divê Erdogan û Tirkiye dest ji van lîstikên qirêj berdin.”

Duh, Wezreta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, ku xwekuja teqîna Enqereyê keseke (Seher Çagla Demîrel) ji sala 2013an ve pêwendiya wê bi Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê re heye û li Rojavayê Kurdistanê, nav refên YPGê de perwerde dîtiye.

Herwiha Muslim got: “Em dixwazin li Tirkiyê aramî pêk were. Dema em bi wan re rûniştin, me ev yek bi awayekî vekirî anî ziman. Me berê bi zelalî ji Tirkiyê re gotiye, bo aştiyê çi ji destên me were emê bikin. Lê AKPê û Erdogan ev yek qebûl nekirin. Loma ji xwe re li bahaneyan digerin.”

Li Enqereya paytexta Tirkiyê 13 Adarê, teqînek çêbû û di encam de 34 kesan canê xwe ji dest dan 125 kes jî birîndar bûn.