Tirkiye: Zêdetirîn gendelî li şaredariyan hatiye kirin

Komeleyeke taybet ragihand ku li Tirkiyê di nav du salan de kar û barên neqanûnî zêdetir bûne û herî zêde di nav partiyên siyasî û rêvebirinên herêmî de gendelî hatiye kirin.

K24 - Stenbol

Komeleyeke taybet ragihand ku li Tirkiyê di nav du salan de kar û barên neqanûnî zêdetir bûne û herî zêde di nav partiyên siyasî û rêvebirinên herêmî de gendelî hatiye kirin.

Komeleya Şefafî ya Navnetewî li gel 2 hezar kesan derbarê gendeliya li Tirkiyê de hevdîtin pêk anî. Ji sedî 67ê beşdarên ku bersiva pirsên komeleyê dane dibêjin; li nav sazî û dezgehên fermî, karên derqanûnî zêdetir bûne. Ji sedî 54ê beşdaran jî dibêjin di salên pêş de jî gendelî dê zêdetir bibe.

Seroka Komeleya ku ev lêkolîn kiriye Hiqûqnas E. Oya Ozarslan ragihand ku hêviya civakê nemaye ku karên derqanûnî bi temamî wê biqedin an jî kêm bibin.

Ozarslan ji Kurdistan24ê re got: “Civak ji vê sîstemê bawer nake. Sedemên zêdebûna gendeliyê parêzbendî û necezayî ye. Ji bo karmendek ku gendelî kiriye bê darizandin divê ji rêvebiran destûr bê standin. Ev jî darizandina sûcdaran zehmettir dike. Di doza Denîz Fenerê de ku rêvebirên wê bi gendeliyê dihatin sûcdarkirin li Tirkiyê ceza nexwarin lê belê li dadgehên Almanyayê hatin darizandin û ceza xwarin.”

Ji sedî 28,35ê beşdaran diyar dikin ku di nav 12 mehên dawî de ji bo safîkirina karên xwe bi awayekî derqanûnî yan pere yan jî diyariyek pêşkêş kirine. Zêdetirîn gendelî jî li saziyên şaredariyê, partiyên siyasî û li ser karên gimrukê hatine kirin.

Lêkolîner û Rojnameger Nedîm Şener derbarê mijarê de wiha axivî: “Gendelî di nav civata Tirkiyê de êdî normalîze bûye û ev yek bo Tirkiyê meseleyeke qed nebaş e.”

Encamên lêkolînê nîşan didin ku ji ber gendeliyê di nav saziyên fermî û taybet de xizmeteke dadwerane û bi rêk û pêk nayê dayîn. Necezayî û nehiqûqî jî dibin sedema zêdebûna karên derqanûnî.