Angelina Jolie: Çareseriya siyasî krîza penaberan çareser dike

Nûnera Komisyona Penaberan ya NY dibêje, divê welarên bihêz bêhtir kar li ser çareseriya krîza Sûriyê bikin, alîkariyên mirovî cihê çareseriya dîplomasî nagire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnera Komisyona Penaberan ya NY dibêje, divê welarên bihêz bêhtir kar li ser çareseriya krîza Sûriyê bikin, alîkariyên mirovî cihê çareseriya dîplomasî nagire.

Nûnera Komisyona Penaberan ya NY Angelina Jolie, îro serdana kampeke penaberên Sûrî li Libnanê kir û ragihand, pirsgirêkên penaberan tenê bi riya alîkariyên mirovî çareser nabe, ti carî ew alîkarî cihê çareseriya dîplomasî nagire.

Ji destpêka krîza Sûriyê ji berî 5 salan de, bîhtirî 270 hezar kes hatine kuştin û nîvê gelê Sûriyê penaber bûye.

Libanan, Urdin, Tirkiye, û Herêma Kurdistanê bêhtir ji 5 milyon penaberên Sûriyê lê diminin. Li gor rêxistina NY ya bo zarokan UNICEF, dora 2 û 400 hezar zarok ji ber krîza Sûriyê bûne penaber.