Çima piştî her bûyerekê Qendîl tê bombebaran kirin?

Piştî teqîna dawî ya Enqerê saet 03:00an kampên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê û hinek gundên derdora Qendîlê hatin bombebaran kirin.

K24 - Enqere

Dema li Tirkiyê bûyerek çêdibe, Hêzên Leşkerî yên Tirk bi firokeyan Qendilê bombebaran dikin. Piştî teqîna dawî ya Enqerê jî saet 03:00an kampên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê û hinek gundên derdora Qendîlê hatin bombebaran kirin. Pisporên Ewlehiyê li ser mijarê ji Kurdistan24ê re axifîn.

Li Tirkiyê di hundirê salekê de 6 teqinên mezin çêbûn. 3 li Enqerê, yek li Stenbolê, yek li Diyarbekirê û yek jî li Rihayê. Piştî van hemû teqînan, Hêzên Lêşkerî yên Tirk, operasyonên asîmanî birin ser Qendîlê û baregehên PKKê bombebaran kirin.

Pisporê Ewlehiyê Doç. Dr. Serhat Erkmen metirsiya Tirkiyê ya ji bo PKKê wek sedema van operasyonan nirxand û got: “Dema ku li Tirkiyê rûdanek pêk bê, berê hemû rexistinan PKK tê bîra wan. Tirkiyê hem ji bo moralê welayên xwe zêde bike, hem jî hêza xwe li ser kampên PKKê yên li Qendilê nîşan dide. Wekî din Tirkiyê dixwaze nişan bide ku di têkoşîna li hemberî terorê de ew xurt e.”

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, piştî teqina li Enqerê, hêzên asîmanî yên Tirk bi firokên şer ên 9F-16 û 2F-4 2020 operasyon birin ser kampên li Başurê Kurdistanê. Pisporê Ewlehiyê Doç. Dr. Mehmet Şahin jî diyar kir ku ew her du teqinên dawî ji aliyê PKK vê hatine kirin û ji ber vê yekê operasyon tên lidarxistin.

Doç. Dr. Mehmet Şahin wiha axifî: “Çalakiyên terorê bi armanca wê yekê tê kirin ku bandorê li ser siyasetê bike. Tirkiye jî piştî wan bûyeran, kampên perwerdê yên PKKê bombebaran dike. Di wan êrîşan de peyamên siyasî û civakî hene û li wê derê dibeje ku ew li dijî terorê tekoşina xwe berdewam dike.”

Her çiqas derbarê operasyonan de ji sererkaniya giştî tu daxuyanî nehatibe dayîn jî Serokwezirê Tirkiyê Ahmet Davutoglu bi daxuyaniyekê got ji aliyê hêzên wan ve operasyoneke berfireh hatiye kirin.

Lê berevajiya daxwiyaniyên rayedarên Tirkiyê, piraniya caran gundên derdora Qendîlê tên bombebarankirin û zerar digihe sivîlan. Di vê êrîşa dawî de jî 4 gundên Başûrê Kurdistanê bûbûn armanca firokeyên şer ûn Tirkiyê û xeta elektrîkê ya wan gundan jî zerar dîtibû.