Omer Osê: “Ne rêjîm û ne opozîsyon federalîzmê qebûl nakin”

Endamê Şanda Hikumeta Suriyê ji bo Cinêvê dibêje, Divê PYD, ENKS û Insiyatîfa Kurdê Sûriyê helwestên xwe bikin yek, ji ber ku ne rêjîm û ne opozîsyon federalîzmê qebûl nakin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Şanda Hikumeta Suriyê ji bo Cinêvê dibêje, Divê PYD, ENKS û Insiyatîfa Kurdê Sûriyê helwestên xwe bikin yek, ji ber ku ne rêjîm û ne opozîsyon federalîzmê qebûl nakin.

Endamê Şanda Hikumeta Suriyê ji bo Cinêvê Omer Osê tevlî bultena “Êvarname” bû û got: “Me îro sê civîn ligel De Mistura kirin, her sê civîn di warê protokolî de bûn, bo bingeha danûstandinê di navbera her du şandan danin. Heta niha jî De Mistura nizane ku çend şandên opozîsyonê hene.”

Osê amaje bi daxuyaniyên serokê şanda hikûmeta Sûriyê Beşar Caferî kir û got: “Rola Kurdan ji dema Selehedînê Eyûbî û heta Yosif Ezme, bi dîrokî bi nav kir, û got ku pêkhateya Kurd pêkhateyeke sereke yê Sûriyê ye û amade ne diyalogê ligel Kurd bikin.”

Osê amaje bi vekişandina beşek ji hêza Rûsya ji Sûriyê kir, ku dê rê li pêş proseya siyasî li Sûriyê neke, lê Rûsya dê berdewam be di bombebarankirina pêgehên DAIŞ û Eniya el-Nusrayê de.

Osê tekez kir ku, ew ligel grûpên terrorist wek Ceyş Îslam û Ehrar el-Şamê raserast rûnanin.

Derbarê civîna De Mistura di fefteya bê de ligel şandek din ya opozîsyona Sûriyê de, Osê got: “Opozîsyona Riyadê xwe tenê dibîne ku opozîsyon e, ev jî li dijî biryara Encûmena Asayişa Navdewletî 2254 e, ji ber li gor wê biryarê dive opozîsyon were berferhkirin.”

Derbarê beşdariya PYDê bo danûstandinên Cenîvê de, Osê got: “De Mistura di gera yekem ya Cenêvê bi aşkere got ku, PYD amade nabe ji ber ku vîtoya Tirkî, Siûdî û Amerîkî heye. Di gera duyem jî PYDê amade nebûye, ev vîto jî li dijî gelê Kurd e, ne tenê PYDê.”

Osê got jî: “Kurd niha federalîzmê bo Sûriyeya pêşeroj re dixwazin, hin jî daxwaza federlîzma netewî û cugrafî dikin. divê PYD û ENKS û Insiyatîfa Kurdê Sûriyê li ser sîstemekê rê bikevin, ji ber ku ne rêjîm û ne opozîsyon federalîzmê qebûl nakin.”

Osê derbarê ka hikûmeta Sûriyê bo çi amade ye ku bide Kurdan de got: “Di qonaxa dariştina destûr de dê ev yek bêne guftûgokirin, lê ez dixwazim Kurdê Sûriyê daxwazên xwe mezin nekin, ez dibînim ku sîstema Rêveberiya Xweser tiştekî baş e ji Herêma Kurdî li Sûriyê re.”

Osê tekez li ser wê yekê kir, ku hikûmeta Sûriyê derbarê mafê rewa yê gelê Kurd ji opozîsyonê vekirîtir e.

Osê derbarê daxwaza Kurd ji federalîzma ku TEV-DEM û hevalbendên wê amadehiya wê dikin de, got: “Hikûmeta Sûriyê li wê federaliyê mikur nayê, kantonê li Rojava hene wek dîfakto rêjim ji vekişiya hêzên YPG ew valahî dagirin. Divê PYD, ENKS û Insiyatîfa Kurdê Sûriyê, konfiransekî niştimanî netewî ya Kurdî li Qamişlo yan li Hewlêrê di bin serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî de, bo em helwesta xwe bikin yek di hemû danûstandinên navdewletî de.”