Endameka serkirdatîya YNKyê: Em dê berdewam bîn liser nêvgirîyê di navebera PDKyê û Gorranê de.
K24- Silêmanî:
Nermîn Ûsman, endama serkirdatîya Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistan(YNK)yê, ragehand: Hewil hene dakû Partîya Dîmukratîya Kurdistan(PDK)yê û Bizava Gorran(BG) bi hev re kom bibin. Amje bi wê yekê jî kir ku, YNKyê biryar daye, dê berdewam be ji nêvgirîyê dinavbera PDK û BGyê.
Li perawêz Dîdara Zankoya Emerîkayî li bajarê Silêmanîyê û di pişikdarîya xwe de li rûmala taybeta Kurdistan24, Nermîn Ûsman, endama serkirdatîya YNKyê, ragehand: Me ji destpêkê ve hewil daye, nêvgirîyê bikin, merc nine nêvgîrî yekser encamp hebe, lê em dê berdwam bîn.
Got jî: Em dê berdewam bîn li ser wê pilan me danaye ku wek hev bîn li gel hemû alîyan, çunkû eger mala Kurd bihê rêkxistin, kes nekare dest dirêj bike me.