Ji destpêka ev sal heya niha, 150 hezar penxwaz xwe gehandine Yûnanê.
K24- Hewlêr:
Komisyûna Taybet bi karûbarên penaberan li rêkxistîya Neteweyê Hevgirtî ragehand: Li destpêka ev sal heya 14yê evê mehê, nêzîkî 150 hezar penaxwaz xwe gehandine Yunanê.
Komisyûna karûbarên penaberan ragehand: ji destpêka ev sal heya 14yê evê mehê, nîzîkî 143 hezar 500 penaxwaz ji Turkîyayê ve bi rêya hişkayîyê û avê re xwe gehandine Yûnanê, ku piranîya wan jî xelkê welatên Surya, Îraq û Efxanistanêne.
Li gor amara komisyûnê, ji destpêka ev sal, 2015, heya niha milyonek û 299 penaxwaz bi rêya hişkayî û deryayî xwe gehandine Yunanê û ji wir ve jî ber bi welatên din yên Ewrûpayê çûne.
Berê komisyûna penaberan û rêkxistîya koça nêvdewletî belavkiribûn ku tenê li sala bûrî zêdetir ji milyoneka penaxwazan bi rêya derbazbûnê ji Deryaya Sipîya Navîn ji lîbîya ve bû Îtalîyayê xwe gehandine Ewrûpayê.
Şerr û nearamîya welatên Rojhilata Navîn bûye egera wê yekê ku bi sedan hezar kes welatên xwe bihêlin û ber bi welatên rojava biçin.