Li Rojava û Bakurê Sûriyê federalîzm hat ragihandin

Desteya Damêzrêner ya Herêma Rojava û Bakurê Sûriyê li Rimêlanê ya Rojavayê Kurdistanê, sîstema federalîzmê bo Roja û Bakurê Sûriyê ragihand.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/792bacf0-0b00-40a4-b3cd-eddd54ab91d9/fdraly%20surya.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Desteya Damêzrêner ya Herêma Rojava û Bakurê Sûriyê li Rimêlanê ya Rojavayê Kurdistanê, sîstema federalîzmê bo Roja û Bakurê Sûriyê ragihand.

Li bajarokê Rimêlanê ya Rojavayê Kurdistanê, îro di konfiranseke rojnamvanî de,  Hevserokên Desteya Damêzrêner Mensûr el-Selûm û Hediya Yosif, sîstema federalêzmê li Rojava û Bakurê Sûriyê ragihandin.

Bi armanca pesendkirina sîstema federalîzmê, bo deverên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê, duh bi beşdarbûna 200 nûnerên her sê Kantonên Rojava, Cizîr, Efrîn û Kobanê û nûnerên pêkhateyên Ereb, Aşûrî, Ermen, Tirkmen û Çîçanan, herwiha nûnerên HSD, YPG, YPj, û rêxistinên siyasî civiya bûn.

Di konfiransa rojnamevanî de, Hevserokê Desteya Damêzrêner Mensûr el-Selûm encamên wê civînê ya ku ji 10 xalan pêk hatibû, xwend.

Sûriyeya pêşerojê, ya hemû Sûiruyan e, ku sîstema federalîzmê wê diparêze. Herwiha Kar li ser avakirina sîstema federalîzma demoktarî bo Rojava û Bakurê Sûriyê.

Hilbijartina serokokekî ji sîstema Ferderalîma Demokratîk re, ji Desteya Damêzrêner ya ku ji 33 endaman pêk tê.

Desteya Rêxistinî bo nivîsandina girêbesta civakî û nêrîneke qanûnî û siyasî di 6 mehan de tê erkdarkirin. Herwiha her komîte û belgeyên ji civînê damzerandinê derketine, li ser bingehên mafên mirov û komeleyan ya NY ne.

Mafê azadiyê jinê bo pişikdariya di hemû warên siyasî û civakî de. Herwiha ji mafê wê deverên ku ji destê teroristan bêne azadkirin, tevlî vê sîstemê bibin.

Aramanca vê sîstema Federalîzma Demokratîk ew e, bidestxistina demokratiyê û encamdana wê li hemû Rojhilata Navîn di hemû warên siyasî, civakî û çandî de,  ku sînorên netew û dewletan derbas bikin da ku jiyanek di nava aştî, ewlekarî û biratiyê de ava bikin..