Ahmet Davutoglu: Fermo em parêzbendiyan rakin

Parêzbendiyên parlamenterên HDPê li Parlamentoyê mijara sereke ye. Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu bi daxuyaniyeke balkêş berê nîqaşan guherand. Davutoglu got "Fermo em parêzbendiyan rakin" û bersiva partiyên opozîsyon dereng nema.

K24 – Enqere

Parêzbendiyên parlamenterên HDPê li Parlamentoyê mijara sereke ye. Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu bi daxuyaniyeke balkêş berê nîqaşan guherand. Davutoglu got "Fermo em parêzbendiyan rakin" û bersiva partiyên opozîsyon dereng nema.

Li Tirkiyê nîqaşa parêzbendiyan bi daxuyaniyên Serokwezîr Ahmet Davutoglu derbasî qonaxeke nû bû. Davutoglu diyarkir ku ew ji parêzbendiyan natirsin û piştî 1ê Gulanê ew amade ne ku guhertineke pêwîst pêk bînin, ku 506 fezleke yekser li parlamentoyê bên nirxandin.

Davutoglu diyar kir ku, heger fezleke yek bi yek werin nirxandin, divê parlamento 4-5 mehan bixebite, ji ber vê yekê jî ew pêşniyaz dikin ku bi guhertineke biçûk ya li ser destûra bingehîn da ku hemû fezleke yekser di rojekê de werin rakirin.

Partiyên opozîsyonê demildest bersiv dan gotinên Serokwezîr Ahmet Davutoglu. Cigîrê Serokê Koma CHPê Bulent Tezcan, helwesta partiya xwe ya li ser vê mijarê bibîr xist û  îdîa kir ku Davutoglu bi van daxuyaniyan xwe mêraniyê dike û got: "Hêvî dikim Serokwezîr, bi talîmatên ji hindek cihan tê biryara xwe neguherîne. Ji ber vê yekê em ji niha bersiva xwe didin. CHP heta niha bi tu awayî parêzbendî bo xwe nekiriye mertal, bila ji bilî parêzbvendiya axaftinê/kursiyê hemû parêzbendî werin rakirin. jixwe ev yek pêşniyaza CHP bû, pejirandina Serokwezîr jî geşedaneke erênî ye.”

Ji MHP jî bersiv bo gotinên Davutoglu hat Sekretere Giştî yê MHPê İsmet Buyukataman daxuyaniya Davutoglu bi gotinên "hikûmet meseleye sivik dike" nirxand.

Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen jî daxuyanî wek erênî nirxand û diyar kir ku ew wek HDP ji serî heta niha vê yekê diparêzin. Di nav fezlekeyên ku li parlamentoyê ne ji wan 267 derbarê 43 parlamenterên HDPê de hatine amade kirin. derbarê 41 parlamenterên CHPê de 134, derbarê 22 parlamenterên AKPê de 40, derbarê 6 parlamenterên MHPê de jî 14 fezleke li parlamentoyê ne.

Eger hemû dosyeyên fezlekeyan li parlamentoyê bên nîqaş kirin mijar wê nêzîkê 4-5 mehan li parlamentoyê bimîne- Ku hikûmet jî xwe nêzî vê yekê nake- eger wekî Serokwezîr Ahmet Davutoglu pêşniyaz dike ku bi guhertineke li ser destûrê dosye di carekê de werin nirxandin jî denge 367 parlamenteran pêwist dike. niha hikûmet ji bo vê hejmarê benda bersiva partiyên opozîsyonê ye.