ENKS: Federalîzma Demokratîk nûnertiya Kurdan nake

Endamekî Kurd di danûstandina aştiyê de li Cenêvê dibêje, Ev federlîzma hatiye ragihandin ne federalîzm e, ji ber ku ne ji aliyê yasayî yan destûrî ve rewa ye.

K24 – Cenêv

Endamekî Kurd di danûstandinên aştiyê de li Cenêvê dibêje, Ev federlîzma hatiye ragihandin ne federalîzm e, ji ber ku ne ji aliyê yasayî yan destûrî ve rewa ye.  

Endamê Kurd yê şanda opozsyona Sûriyê bo Cenêvê û Cîgirê Serokê Îtîlafa Sûriyê Ebdilhekîm Beşar, derbarê ragihandina Federalîzma Demokratîk ji aliyê Rêveberiya Xweser li Rojava û Bakurê Sûriyê de ragihand, awayê ku federalîzm hatiye ragihand, ew ne pê re ne, ji ber ku nûnertiya Kurdan nake.

Beşar got: “Kurdan ev yek ranegihandiye. PYDê ew ragihandiye, em wek ENKSê ligel sîstema federalîzmê di dewleteke yekgirtî û bi destûreke “Seculerî” ne, divê jî di çarvoveya lihevhatina Sûrî de be û di destûra welat de were sepandin.”

Beşar got jî: “Ev awayê hatiye ragihandin ne federalîzm e, ji ber ku ne ji aliyê yasayî yan destûrî ve rewa ye. Em di wê baweriyê de ne, ragihandina federalîzmê di vê demê de, bo guvaşê li ser rêjîma Esed e, bi taybetî piştî vekişandina hêzên Rûsyayê ji Sûriyê.”

Desteya Damêzrêner ya Herêma Rojava û Bakurê Sûriyê li Rimêlanê ya Rojavayê Kurdistanê, îro sîstema Federalîzma Demokratîk bo Roja û Bakurê Sûriyê ragihand.