Çima şerê li bajarên Bakurê Kurdistanê ranaweste?

Ji 30î salan zêdetir e ku di navbera Gêrîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hêzên ewlekariya Tirkiyê de şer û pevçûn didomin. Lê belê êdî ne tenê li serê çol û çiyan lê di nava bajaran de jî şereke dijwar tê kirin.

K24 – Diyarbekir

Ji 30î salan zêdetir e ku di navbera Gêrîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hêzên ewlekariya Tirkiyê de şer û pevçûn didomin. Lê belê êdî ne tenê li serê çol û çiyan lê di nava bajaran de jî şereke dijwar tê kirin.

Hiqûqnas Muharem Erbey rûdanên siyasî ji nêz ve dişopîne û dibêje; bi taybetî piştî hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an destkeftiyên Kurdan rê li ber daxwaza pergala serokatiyê teng kir. Erbey dibêje ji bo Kurdan ya girîng ne pergala rêvebirinê ye; bidestxistina mafên rewa ne.

Erbey got jî: "HDP û berpirsiyariyên wan dibêjin, em naxwazin te bikin Serokdewlet, lê li gorî min bila pirsgirêka Kurd çareser bibe, bila ti kes neyên kuştin bila Xweseriya Demokratîk an jî Federasyon bê qebulkirin hingê bila dîsa bibe Serokdewlet."

Tirsa her kesî ew e, ku bi hatina demsala Buharê şerê di nava bajaran de dijwartir bibe. Daxuyaniyên rayedarên dewlet û KCKê vê tirsa mezintir dike. Her çiqas hin alî sebebê dijwarbûna şer israrkirina daxwaza anîna pergala Serokatiyê nîşan bide jî hin alî berevajiya vê difikirin.

Di nêrîna Mamosteyê Beşa Zanîstên Siyasî yê Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê Hakan Samur ew e, ji ber ku PKKê serkeftina HDPê hez nekir şer da destpêkirin û got: "Israr birêz Erdogan ya pergela Serokatiyê bi têra xwe zirar da Tirkiyê. Piraniya gel jî serokatiyê naxwazin. Lê belê ez ne di wê baweriyê de me ku siyaseta xendek û Xwerêvebirinê bi serokatiyê ve girêdayî be. Lewra ne Erdogan gotiye xendekan bikolin."

Di demeke ku hevsengiya Rojhilata Navîn zû diguhere de li Bakur jî daxwaza statûya Kurdan  zêde dibe. Li gorî hin çavdêrên siyasî, gelek dewletên dinyayê weke berê êdî piştevaniya Tirkiyê nakin. Ji ber vê yekê çavdêr dibêjin, demildest divê Tirkiyê û KCK dev ji şer berdin û li dijî hêzên dinyayê bi hev re tevbigerin, da ku bi ser bikevin.