Barzanî: Kurdistaneke serbixwe dibe faktera aramiyê li herêmê

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê radigihîne, Kurdistaneke serbixwe dibe faktera aramiyê li herêmê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/bfd3653d-2449-45f4-a198-c51313656919/masrur%20barzani.ism/manifest

K24 – Hewlêr  

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê radigihîne, Kurdistaneke serbixwe dibe faktera aramiyê li herêmê.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel şandeke bilind ya kar ya Enûmena Etlantkê bi serokatiya balyozê berê yê Amerîkayê Rayan Kroker li Iraqê civiya û ragihand, ew dem hatiye rojevê ku çareseriya wan nedadperweriyan bike, ku berî sed salan li herêmê hatine kirin.

Derbarê têkliyên Iraq û Herêma Kurdistanê, Barzanî got: “Li Iraqê gelek bijardeyên pêkvejiyanê hatine ezmûnkirin, bila bijardeyên din jî werin ezmûnkirin.

Herwiha Barzanî got jî: “Kurdistaneke serbixwe tenê bijardeya ku nehatiye ezmûnkirin, bêgûman wê bibe faktera aramiyê li deverê, heger gelên Iraqê nikarîn bi hev re bijîn, bila bibin du cîranên baş.”

Barzanî tekez kir jî, nabe gelê Kurdistanê baca şaşitiyên xelkên din bide.

Herwiah, şerê DAIŞê û pirsa referandûmê jî, ji mijarên hevdîtina Barzanî ligel şanda Civata Etlantkê bûn.