Parêzer daxwaza serbestkirina hevalên xwe dikin
K24 – Stanbol
Komeke parêzer, ji bo şermezarkirina desteserkirina hevkarên xwe xwestin li ber dadgeha Çaglayana a Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê bidin. Lê belê polîs destûr neda û êrîş li parêzaran kir.
Li Stenbolê, di navbera parêzar û hêzên ewlekariyê de rageşî derket. Parêzeran bi amanca daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo 9 parêzerên ku hatibûn desteserkirin li ber dadgeha Çaglayanê hatin cem hev.
Rêvebirên ewlekariyê, ji bo daxuyaniyê ya li ber dadgehê destûr neda. Li ser vê parêzaran jî ber xwe da û heya demekê runiştin. Piştre polîs bi mertalan parêzeran dehf kirin.
Di navbera gengeşiyê de parêzerekê daxuyanî da rojnamegeran û wiha axivî: “9 hevalên me yên parêzer bi awayekî derqanûnî û bêhincet hatine desteserkirin. Bila demildest serbes bên berdan.”
Di 16'ê Adarê de li Stenbolê di operasona polîsan de 9 parêzer hatibûn desteserkirin. Komeleya Hiqûqnasên Azad da zanîn ku 9 parêzer endamên wan e û bêyî hincet hatine desteserkirin.