Rûsya li Sûriyê gihîşt miraza xwe yan na?

Biryara vekişandina hêzên leşkerî ya Rûsya li Sûriyê di nav pisporan de jî tê nîqaşkirin. Serokê dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn da zanîn ku li Sûriyê armanca xwe pêk anîne. Li gor stratejîstan jî Rûsya gihiştiye miraza xwe û ji ber sedemên aborî û siyasî biryara vekişandinê daye.

K24 – Stenbol

Biryara vekişandina hêzên leşkerî ya Rûsya li Sûriyê di nav pisporan de jî tê nîqaşkirin. Serokê dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn da zanîn ku li Sûriyê armanca xwe pêk anîne. Li gor stratejîstan jî Rûsya gihiştiye miraza xwe û ji ber sedemên aborî û siyasî biryara vekişandinê daye.

Rûsya dawî li operasyonên ku 5 meh û nîv berê li Sûriyê dabû destpêkirin, tîne û hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyê vedikêşîne. Serokê dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn li Serokê Amerîkayê Barack Obama geriya û jê re got: Bi guftûgoyê ji bo aştiyeke mayînde xîret bên dayîn.

Gelo Rûsya li Sûriyê gihîşt miraza xwe yan na? Pisporê têkiliyên navneteweyî Doç. Dr. Abdullah Kiran dibêje: Sedemên vekişandina Rusyayê piraliyê ne. Yekem armanca Rûsyayê ew bû ku desthilatdariya Esed têk neçe.

Kiran dibêje: “Artêşa Rûsyayê ket Sûriyê 400 cih, dever û bajarok stendin û radestî rejîmê kir. Armanca yekem a Rûsyayê ew bû ku nedixwest Beşer Esed dev ji karê xwe berda. Her wiha ev armanc pêk hat. Ya duyam jî Rûsya dixwest di hevdîtinên bo çareserkirina aloziya li Sûriyê de wek aktorek cih bigire. Weke din Esed piştî vekişandina Rûsyayê wê zêdetir li gel hêzên Kurdan di nav têkiliyê de be.”

Pergalên parastina hewayê yên Rûs ên S-400 ku piştî Tirkiyê balafira Rûsyayê daxistibû hatibûn bicihkirin, li Sûriyê wê bimîne yan na? Berdevkê Kremlînê Dmitrî Peskov ev pirs wiha bersivand: Ez nizanim, serokê dewletê got; baregehên Hmeymîm û Tarsusê ji bejayê, ji hewayê û ji behrê wê werin parastin.

Rûsya di 30'ê Îlonê sala 2015'an de li Sûriyê dest bi operasyonan kiribû. Li Sûriyê 30 balafirên şer û pergalên parastina hewayê yên Rûsyayê hene. Rûsya piştî ku ewlekariya baregehên xwe yên behr û erdê pêk anî biryara vekişandinê da. Tê payîn ku Rûsya wê heya demekê wê operasyonan neke û geşedanên dawî wê bişopîne.