Li Tirkiyê welatiyên sîxoriyê zêde dibin

Li Tirkiyê, rêziknameya sîxuriyê ya di çarçoveya têkoşîna li hemberî terorê hat serarast kirin. Piştî vê yekê hejmara welatiyên sîxuriyê dikin ber bi zêdebûnê ve diçe. Her wiha di meha Adarê de hezar û 918 welatiyan giliyê gelek televizyonan ji RTÛKê kirin û bi vê yekê hejmareke televizyonan jî ji Tûrksatê hatin derxistin an ceza li wan hate birîn.

K24 – Enqere

Li Tirkiyê di çarçoveya Yaseya Têkoşîna li dijî Terorê de di 19 Tebaxê 2015an de rêziknameya sixûrtiyê ji nû ve hate serarastkirin. Li gorî vê rêziknameyê hemû welatî dikarin bi pereyan sîxurtiya ciranê xwe an jî malbata xwe bikin.

Hiqûqnasê Zaningeha Çukurovayê Doç. Dr. Gûnal Kurşun bandora rêziknameyê ya neyînî bibîr xist û da zanîn ku ev sererastkirin ne li gorî mafên mirovan e.

Herwiha Kurşun got: "Heger, sûc hebe, dewlet peywirdar e ku li hemberî vî sûcî têbikoşe, ne welatî. Her wiha ev kar bi pereyan tê kirin. Ji aliyê din ve jî hejmara welatiyên ku sîxûrtiyê dikin zêde dibe û ev yek jî zirarê dide civakê. Siyasetmedar sixurtiyê ji bo welatiyan şêrîn dike."

Di vê çarçoveya sererastkirinê de hin welatî, giliyê hin televizyonan li Saziya  Bilind ya Radyo û Televizyonên Tirkiyê (RTUK) kir ku propagandaya terorê dikin. Piştî vê yekê televizyonên mîna Jiyan TV, Van TV, Ozgûr Gûn TV û IMC TV doz hatin vekirin û ceza li wan hat birrîn.

Peyamnerê televizyona ÎMC Eren Gûven, diyar kir ku, welatî di çarçoveya vê rêziknameyê wan gilî dike û bi hêsanî ceza li wan tê birîn û got: "AKP, ji bo kiryarên xwe bi rehetî çê bike û ji bo rewakirina wan kiryaran ev rezikname derxist. Bê hişyarî û bê biryara dozgeriyê bi rehetî televizyon tên girtin an jî ji uyduyê tên derxistin."

Li gorî hiqûnas û siyasetvanan, divê yaseyên tevliheviyê dixe navan civakê neyên derxistin û divê polîtîkayên li gorî aramiya civakî bên were meşadandin. Heger ev nebe dê di nava civakê de aloziyên mezin rû bidin.