Tirkiyê Newroz ji bilî roja 21 Adarê qedexe kir

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ji bo cejna newrozê ji 81 bajarên Tirkiyê re giştîname şand û ji bilî roja 21 Adarê, pirozkirina cejna newrozê qedexe kir. HDPê jî diyarkir ku ew ên li gorî bernameyên xwe cejna newrozê piroz bikin. Niha niqaşên ser qedexe û pirozkirina newrozê berdewam dike.

K24 – Enqere

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ji bo cejna newrozê ji 81 bajarên Tirkiyê re giştîname şand û ji bilî roja 21 Adarê, pirozkirina cejna newrozê qedexe kir. HDPê jî diyarkir ku ew ên li gorî bernameyên xwe cejna newrozê piroz bikin. Niha niqaşên ser qedexe û pirozkirina newrozê berdewam dike.

Li Tirkiyê pirozkirina cejna Nevrozê hate qedexekirin. Di biryara qedexekirinê ya ji aliyê waliyan ve tê ragihandin de ewlehiya rayagiştî wekî hincet tê nişandan. Biryarê rê li ber nîqaşên mezin vekir.

Li gorî hiqûqnasan bi vê biryarê mafên mirovan tê binpêkirin. Parezêr Gûlşên Uzuner diyar kir ku ev qedexe ne li gor destûr û yaseyan e û got: “Li gorî destûra bingehîn û yaseyên navxweyî maf û azadî çawa bê xwastin wisa tê bikaranîn. Kes nikare wan mafan qedexe bike. Herwiha ji bo vê qedexeyê erkên waliyan tune ye û li gorî yaseya çalakiyan, sedemên qedexeyê jî nehatine nivîsandin.”

HDPê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ewên li gorî bernameyên xwe Cejna Newrozê pîroz bikin û ew biryarên walîtiyan ne rêgirin li ber wan ku bernameyên xwe betal bikin

Her wiha digel qedexeyan, cejna newrozê tê pirozkirin. Hevserokê Lijneya Birêvebir ya Navendî yê HDPê Saruhan Uluç bal kişand ser dîroka qedexekirina newrozê û anî ziman: “Cejna newrozê berê jî li Kurdistanê hatibû qedexekirin. Lê gel di taxên xwe de, di kolanên xwe de newroz pîroz kiribûn. Ligel qedexeyan, newroz tê pîrozkirin. Herwiha di pêşerojê de jî pîrozkirin dê berdewam bikin. Lê me dixwest ku li tu bajaran qedexe tunebiya û bi avayekî azad û bi kelecanî me bi hev re newroz piroz bikira.”

Biryarê qedexekirinê ji bo gelek bajarên mezin mîna Enqere, Stenbol, İzmir û Manîsayê hate dayîn. Herî dawî ji bo Antalya û Eskîşehîrê jî ev biryara hate dayîn. Lê belê HDP guh li van qedexeyan nade û li ser ya xwe venagere. Her wiha ji 17ê Adarê û vir de dest bi pîrozbahiyên Newrozê kirin. Pîrozbahiya herî mezin di roja 21yê Adarê de li Amedê û ya dawî jî di 22ê Adarê wê li Cizîrê were lidarxistin.