Federalîzm ji aliyê dewletên biyanî ve nehat pejirandin

Ragihandina federalîzmê ya bo Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê dewletên biyanî ve nehat pejirandin. Li gor lêkolîner û siyasetmedaran geşedanên li Sûriyê hinek welatên ku ji hev dûr bûn, nêzîk kiriye.

K24 – Enqere

Ragihandina federalîzmê ya bo Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê dewletên biyanî ve nehat pejirandin. Li gor lêkolîner û siyasetmedaran geşedanên li Sûriyê hinek welatên ku ji hev dûr bûn, nêzîk kiriye.

Di pêşengiya PYD'ê de kantonên Cizîr, Kobanê û Efrîn bi modela federasyonê dê bê birêvebirin. Ji bo vê endamên Meclîsa Damezrîner a Sûriyê, li bajaroka Rimelanê ya Hasekeyê li hev civiyan û li gel komên Kurt, Ereb, Suryan, Tirkmen, Ermen û yên din federalîzmê ragihandin.

Rayedarên Tirkiye, Amerîka, Rûsya û Sûriye nerazîbûna xwe nîşanî federalîzmê dan. Rojnameger û nivîskar Alî Bayramoglu got: Niha welatên biyanî li gor berjewendiyên xwe li ser federalîzmê wê polîtîkayek birêve bibin.

Bayramoglu got: "Ji bo modela federalîzmê di serî de Tirkiye pir aciz e û qed naxwaze. Çimkî li gor nêrîna Tirkiyê, kêşeyê Kurd li gel rûdanên li Sûriyê têkildar e. Tirkiye bi rê û rêbazên leşkerî dixwest rê li ber Kurdên Sûriyê bigire lê bi ser neket. Niha di meseleya Kurd de Rojava bûye navend. 

Di demên pêş de bi mebesta federalîzmê ji bo yekbûna kantonên li Rojavayê Kurdistanê hewl bên dayîn. Ji bo vê jî herêma ku di navbera Efrîn û Kobanê de maye were bidestxistin têkoşîneke leşkerî wê were destpêkirin.

Endamê ENKS'ê Şelal Gedo diyar kir ku ragihandina federalîzmê niha zehmet e ku biçe serî û got: "Beriya ragihandinê divê hemû bêşên Kurd gotina xwe bikira yek û îxtîlafekê çê nebûya. Kesên federalîzmê ragihandinê bila hemû pêkhateyên Sûriyê razî bikin. Niha welatên derva jî guh nadin vê yekê."

Li başûrê Kurdistanê bo serxwebûnê, li Rojavayê Kurdistanê jî bo federalîzmê hewldayîneke mezin heye. Welatên derva li gor berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn polîtîkayên xwe diyar dikin. Geşedanên dawî nîşan dide ku sala 2016'an bo Kurdan wê saleke girîng bibe.