Amerîka: Rûsya hemû firokeyên leşkerî ji Sûriyê vekşandine

Di 15ê vê mehê Rûsyayê dest bi vekşandina hêza xwe ji Sûriyê kir, sedemên vekşandina xwe jî li wê yekê vegeran ku, wê hêzê armancê xwe bicih kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Artêşa Amerîkayê ragehand ku, Rûsyayê hemû firokeyên xwe yên ji Sûriyê vekşandine û ti êrîş di hundirê vê heftiyê de li bakurê wî welatî encam nedane.

Derbarê vê mijarê de,Berdevkê Serkirdayetiya Navendî ya Atêşa Amerîkayê Patric Ryder di kongreyekî rojnamevanî de li Wezareta Bervaniya Amerîkayê(Pentagon) wiha got: "Li Sûriyê çend firokeyên Helîkopter û firokeyên veguheztinê yên Rûsyayê mane, lê hemû firokeyên leşkerî yên wî welatî Sûriyê bicih hêlane."

Ryder da zanîn ku, li Bakurê Sûriyê di hundrê vê heftiyê de firokeyên Rûsyayê ti êrîş pêkneanîne, lê dibe ku piştevaniya rejîmê kiribe û êrşî biribin ser li bajarê Tedmûrê.

Di 15ê vê mehê Rûsyayê dest bi vekşandina hêza xwe ji Sûriyê kir, sedemên vekşandina xwe jî li wê yekê vegeran ku, wê hêzê armancê xwe bicih kirin.