Mistefa Hicrî: Bo sala nû ya KurdÎ, em bi gurr û têhneka mezin dê bikevîn Rojhilata Kurdistanê.

Mistefa Hicrî, sikirtêrê Hizba Dîmukratîya Kurdistana Îranê, dibêje: Ev sal bi gur û têhneka mezin ve dest bi bizavê xwe vekin li Rojhilata Kurdistanê. Herçende wî behsê çawanîya bizavên xwe yên çekdarî nekir, lê bi Kurdistan24 ragehand, ku wan amadekarîyên xwe kirîne.

K24- Hewlêr:

Bi dîtina me xebata çîya, wê demê dê serkevtî be, dema bi xebata bajarî re dihê girêdan, divê ev dû xebat, hevdû temam bikin. Me li pêşîya xwe danîye ku ev sal, kar û xebata xwe di nav  xelkê xwe de, di nav xortan de li Rojhilata Kurdistanê zêde bikin.

Herweha got: Me divê ev sal Pêşmergeyên xwe bi amadetir û bi ezmûneka zêdetir vegerînin bo nava xelkê.

Amaje bi wê yekê jî kir ku divê xelkê Rojhilata Kurdistanê pabendbin bi xebatê daku bibin hêzeka bi şîyan û Komara Îslamîya Îranê naçar bikin yan jî bişên mafên xwe ji Komara Îslamîya Îranê bistînin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/7e177c93-eaf3-4021-bb79-da8e6b9927e7/mustafa%20hecri.ism/manifest