EST: Dema ragehandina Fedraliya deverên Rojava ne guncayî bû

Di 17ê vê mehê sîstema Yekgirtina Fedralîya Rojava û Bakurê Sûriyê ji aliyê PYDe û alîgirên wê ve hate ragehandin.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Sûriyê ya Turkmenan Ebdulrehman Mistefa ragehand ku, ragehandina sîstema fedraliyê li Rojava û Bakurê Sûriyê ji aliyê PYDê ve ne di dema xwe ya guncayî de hatiye.

Derbarê vê mijarê Serokê Encûmena Sûriyê ya Turkmenan Ebdulrehman Mistefa bo ajnasa AAyê wiha got: "Ragehandina sîstema fedraliyê li Rojava û Bakurê Sûriyê ji aliyê PYDê gelek amjeyan li pey xwe tîne."

Mistefa da zanîn ku, ragehandina wî sîstemê di dema ku opozîsyona Sûriyê danûstandinan li Cenêvê ligel rejîma Sûriyê dike, aşkere kirku, ew ragehandin ne di dema xwe ya guncayî de hatiye.

Di 17ê vê mehê sîstema Yekgirtina Fedralîya Rojava û Bakurê Sûriyê ji aliyê PYDe û alîgirên wê ve hate ragehandin.