Daxwaz dihê kirin, Şehîd wek rîporterê mafên mirov li Îranê berdewam be.

Hijmareka kesatî û rêkxistîyên mafên mirovan li Îranê û Rojhilata Navîn daxwaz ji sikirtêrê giştîyê Neteweyên Hevgirtî dikin, dema vemana Ehmed Şehîd wek rîporterê Neteweyên Hevgirtî di posta xwe de bihê dirêjkirin.

K24- Hewlêr:

Nêzîkî 35 kesatî û rêkxistîyên peywendar bi  mafên mirovan di nameyekê de bo Ban Kî Mon, sikirtêrê Neteweyên Hevgirtî, daxwazkirine dema berpirsyarînî ya Ehmed Şehîd, Rêporterê ewê rêkxistîyê bo pirsên mafên mirovan li Îranê bihê dirêjkirin.

Ev rêkxistîyên hanê ku Komeleya Mafên Mirovî ya Kurdistanê jî têde ye, weha dibînin ku di van salên dawîyê li Îranê guhertin bi ser rewşa mafên mirov re nehatine, lew Ehmed Şsehîd divê li ser karên xwe berdewam bibe.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/3628c8a7-1383-4ac4-8b81-ff72e98ac6ec/ahmad%20shahid.ism/manifest