Nêçîrvan Barzanî: Em kerta Geştyarîyê dikin derazînkeka din bo bihêzkirina jêrxana abûrî.
K24-Hewlêr:
Konfiransa nêvdewletî ya geştîyarî, bi pişikdarîya 500 kompanyayan, li Hewlêrê dest bi karên xwe kir. Di gotara xwe de, li destpêka vekirina konfiransê, serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ragehand: Em kerta Geştyarîyê, dê bikin derazînkeka din bo bihêzkirina jêrxana abûrîya Herêma Kurdistanê.
Di gotarekê de li rêresima destpêkirina konfiransa nêvdewletîya geştîyarîyê, Nîçîrvan Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, ragehand: Em kerta geştyarîyê dê bikin derazîneka dina bo bihêzkirina jêrxana abûrîya Herêma Kurdistanê, giringîdan bi kerta geştyarîyê, pêşxistna alîya çandîya geştîyarîyê ye.
Di pişkeka din a gotara xwe de serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, got: Em dê kar bikin ji bo ku kerta geştyarîyê şûna petrolê bigire, daxazê ji webrhêneran û kompanyayan dikim giringîyê bi vejîyandina kerta geştyarîyê bidin.
Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir: Herêma Kurdistanê ji rûyê geştyarîyê ve, hilkevteka guncayî û surişteka cwan heye û xelkê mihvandosta Herêma Kurdistanê jî, bandora xwe heye li ser hatina geştyaran bo Herêma Kurdistanê.