Gavrêl Mîron: Giringe cîhan qurbanîyên Kurd binase.

Gavrêl Mîron, parêzerê qurbanîyên kîmyabarana Helebceyê, di hevpeyvîneka taybet de bi Kurdistan24 ragehand: Giringe cîhan aşnayê qurbanîyên Kurd bibe.

K24- Hewlêr:

Gavrêl Mîron, parêzerê qurbanîyên kîmyabarana Helebceyê, di hevpeyvîneka taybet de bi Kurdistan24 ragehand: Giringe cîhan aşnayê qurbanîyên Kurd bibe.

Gavrêl Mîron, li ser bi cînosayîdnasandina kîmyabarana Helebce û Enfalan ji alîyê civaka nêvdewletî ve got: Gelek giringe civaka nêvdewletî kîmyabarana Helbce û Enfalan bi cînosayîd bidin nasîn, daku qurban û kesûkarên wan, hest nekin ku hîç alî guh nadin qurbanî û perîşanîya wan, herweha giringe bo gelê Kurd û Kurdistanê jî ku cîhan îtrafê bi wê cînosayîdê bike û cîhan aşnayê qurbanyên bûrîyên  gelê Kurd bibe.

Li 16yê/adara/ 1988, rijêma Beisê, çekên kîmyayî li dijî hevwelatîyên Helebce bikarhîna, bi egera wê jî 5 hezar hevwelatîyan canê xwe ji destdan û lê li ser hijmara birîndaran heya niha amareka fermî li ber destan nine, amarên nafermî jî behsa wê yekê dikin ku hijmara birîndarên çekên kîmyayî li Helbce digehin 20 hezar kesan, heya niha jî civaka nêvdewletî, kîmyabaran  Helebce bi cînosayîd nedane nasîn

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/31dafc99-5e8d-420d-8e47-0746be492d5a/Parezari%20Halabja.ism/manifest