Norim Kolman: Pêdivîye Emerîka rasterast çekan bide Hêza Pêşmerge.

Norim Kolman, sîntaorê berê yê Emerîkayê û endamê komîteya Pyewendîyên Derve ya Kongirêsa Emerîkayê, di hevpeyvîneka taybet de bo Kurdistan24 ragehand: Pêdivîye Emerîka rasterast bo Pêşmerge bişîne.

K24- Hewlêr:

Norim Kolman, sîntaorê berê yê Emerîkayê û endamê komîteya Pyewendîyên Derve ya Kongirêsa Emerîkayê, di hevpeyvîneka taybet de bo Kurdistan24 ragehand: Pêdivîye Emerîka rasterast bo Pêşmerge bişîne.

Norim Kolman dibêje: Peywendîyên Emerîka û Kurdistanê, peywendîyên giringin,  çunku niha Kurd li çeperên pêşîyê ye li şerrê dijî Daişê û wan berpirsyarîya yekema evê cengê xistine stûyê xwe. Divê em hemû şîyanên xwe bixin kar  bo harîkirina wan, lê me ev kar nekirîye. Pêdivîye Emerîka rasterast çekan bo Kurdan bişîne heya Pêşmerge bikare berngarîya Daişê bibe. Lew bi nerîna min, ev cihê şermezarîyêye, ku em heya niha pabendin bi wê yekê ku harîkarîya serbazî bi rêya Bexdayê ve bo Kurdistanê bişînin.

Li sala 2014yê ve haya niha hêzên Pêşmerge berngarî Daişê dibe, piranîya serkirdeyên cêhanê behsa wê yekê dikin, Pêşmerge bi nwêneratîya hemû cîhanê şerrê daişê dike, lê heya niha piranîya welatên rojava û Emerîka bi şêweyeka rasterast çekan bo hêza Pêşmerge naşînin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5e8290f4-91eb-4bd5-9073-643a35eb298a/Senatori%20Amriki%20Kurds.ism/manifest