4 zarokên Sûrî bi 600 dolar kirî

Jineke Sûrî li Libnanê penaber 4 zarokên xwe bi 600 dolarên Amerîkî difroşe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jineke Sûrî li Libnanê penaber 4 zarokên xwe bi 600 dolarên Amerîkî difroşe.

Nivîskarê Amerîkî Franklin Lamb li malpera “Information Clearing House” belav kir ku wî li Libnanê, 4 zarok ji jineke penaber ya Sûrî bi 600 dolarên Amerîkî kirîn.

Li gor Lamb, wê jinê gotiye ku ew ji bajarê Helebê yê û mere wê di şerê Heleb de canê xwe jidest daye, lewre ew nikare zarokên xwe mezin bike. Lê lamb amaje bi wê yekê kirk u, wî nikarî tekez bikira ku ew zarok yên wê jinê ne, yan bi grûpeke qaçaxçiyên zarokan re kar dike.

Lamb got jî, destpêkê ew nexwast wan zarokan bikire, lê piştre û piştî wî li çavên wn zarokan nêrî û tengezariya di çavên wan dît, ew zarok bi 600 dolar kirîn.

Lamb dibêje, ew zarok niha li cem hevaleke wî ku di warê hevkariya mirovî de kar dike hêştine û bangî rêxistinên mirovî dike bo alîkarîkirina wan zarokan.

Li gor raportên navdewletî, ku gelek jin û zarokên penaber yên Sûrî rastî hemû cureyên destdirêjiyê dibin, ti alî jî nînin ku alîkariya wan jin û zarokan bikin.