Li Serê Kaniyê teqîn: 2 şervanên YPGê şehîd bûn

Li Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çê bû, di encamê de 2 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîd bûn.

K24 – Qamişlo

Li Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çê bû, di encamê de 2 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîd bûn.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand ku, motorek li rêbendeke YPGê li gundê (Abû Rasên) ya ser bi bajarê Serê Kaniyê ve hat teqandin, li gor zanyariyên destpêkê di encamê de 2 şervanên YPGê şehîd bûn.

Derbarê wê teqînê de, ti daxuyanî ji YPGê de nehatiye belavkirin. Herwiha ti aliyê jî berpirsiyatiya xwe ji ber wê teqînê ranegihandiye.

Tê zanîn, ku 21ê Îlona 2015an, du otombîlên bombekirî li ser rêbendeke Asayişa Rojava li Serê Kaniyê teqiyan û di encamê “10” kesan jiyana xwe ji dest da.