Federalîzmê Îran û Tirkiyê ji hev nêzîk kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Tevî nakokiyên di navbera Îran û Tirkiyê de, derbarê kirîza Sûriyê û bi taybet jî çarenivîsa Esed lê ew têkilyên xwe bi yekcarî ji hev nabirîn. Niha jî nerînên wan derbarê yekparçiya erda Sûriyê û redkirina sîstema federalîzma li Sûriyê ya ku ji aliyê TEV-DEM û hevalbendên wê ve hatiye ragihandin, ew ji hev nêzîk kirine.
Zerîf di dema serdana wî ji Tirkiyê re, tekezî li ser yekparçiya xaka Sûriyê kir û got ev yek biryara miletê Sûriyê ye û got: “Em bibawer in gerek e tevahiya welatên nêzîk ji Sûriye û Îranê re ji bo pêkanîna aştiyê li Sûriyê kar bikin û Îran rijd e li ser ku çarenivîsa Sûriyê di destê miletê wê de ye.”
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglo got ku, Tirkiyê jî digel Îranê de ye û ew dê dijî her tevgerekê ji bo parçekirina Sûriyê de be.
Çawîşoglo dibêje: “YPG û PYDê riyên xwe yên rastî, ji cîhanê re dan xuyakirin. Ew dixwazin Sûriyê parçe bikin. Em digel Îranê vê yekê qebûl nakin. Ji bo pêkanîna aştiyê li Sûriyê emê berdewam bin li dijî weke van tevgeran.”
Piştî têkçûna pêwendiyên Rûsiya û Tirkiyê û xistina firokeya Rûsiyê, yekem car behsa federalîzmê ji aliyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsiyê Sêrgey Riyabkov ve hate kirin. Herweha Rûsiyê berdewam digot gerek e PYD jî di danûstandinên Cenêvê de beşdar be.
Emerîka jî berdewam e di piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokrat de, ku YPG beşeke herî sereke ye tê de. lewma jî Tirkiye dixwaze hevlbendekî ji xwe re li dijî çi projeyeke ku gefan lê dike, li Sûriyê çê bike. di beramber de eger heye jî Tirkiyê ji bo razîkirina Îranê helwesta xwe derbarê çarenivîsa Esed de nerimtir bike,.