Con Kêrî: Hêvdarim Newroz, wek wata ya navê xwe bibe destpêkeka baş bo gelan.

Con kêrî, wezîrê derveyê Emerîkayê pirozbahîya Cejna Newrozê kir û ragehand, Hêvîdarim Newroz bibe xweşî bo wan gelên bîrwerîya evê rojê dikin.

K24- Hewlêr:

Con kêrî, wezîrê derveyê Emerîkayê pirozbahîya Cejna Newrozê kir û ragehand, Hêvîdarim Newroz bibe xweşî bo wan gelên bîrwerîya evê rojê dikin.

Con Kêrî dibêje: Bi sedan hezar hevwelatîyên Emerîkayî û Îranî û Kurd, bîrewerîya evê rojê dikin, hêvîdarin Newroz wek wata ya nave xwe wê bibe destpêkek baş.

Li dirêjahîya nameya pirozbahîyê, Con Kêrî behsa rêkkevtina Etomîya Îraqnê kirîye û dibêje: Ev sal pêşveçûneka berçav di peywendîyên diplomasî de hatîye encamdan û em şîyayîn di çarçoveya danûstandinên dîplomasî de, bigehîn rêkkevtinê û dorpêçê li ser wî welatî rakin ku bi egera vejena etomî xistibûn ser Îranê, hêvdarin ev bûyerên hanê bibin behar û saleka nû.

Her sal bi hilkevta Newrozê, berpirsên Emerîkayê, piozbahîya cejnê li wan gelan dikin ewên bîrewerîya evê rojê dikin.

Li 21 Adarê, her sal gelê Kurd, Faris û pişkek ji gelên Rojhilata Navîn bîrewerîya cejna Newrozê dikin.