Barzanî bi helkefta cejna Newrozê peyamek belav kir

Di peyamê de Barzanî bi helkefta cenja Newrozê pîrozbahiya gelê Kurd kir.

K24-Hewêr

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî , bi helkefta cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî, peyamekî pîrozbahiyê belav dike, tê de pîrozbahiya  gelê Kurdistanê kir, herwiha derbarê pirsa serokatiyê jî dibêje ku, sê bijarde li pêşiya aliyên siyasî hene, hilbijartinên  serokatiyê, destnîşankirina kesekî posta serokatiyê werbigre yan jî  biryar were standin ku, ev rewş wiha bimîne  hetanî hilbijatin bî werin encamdan û ev pirs bi dawî were.

Derbarê kirîza darayî û sedemên wê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wiha got: "Ev kirîza ku, bi sedema birîna bûdceya Herêma Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞ, herwiha hatina hezaran penaber û kêmbûna nerxê petrolê  dirûstbûyî inşalah kirîzekî demikî ye, ez bawerim ku, gelê me xweragire û dikarê vê rewşa xirab biserkeftin derbas bike."

Di beşekî din ya peyama Serokê Herêma Kurdistanê de wiha gotibû: "Hêvîdarim ku, Kurd li parçeyên din ê Kurdistanê jî bi rêya aştiyê pirsgirkên xwe çareserbike, derbarê pirsa Kurd li Sûriyê jî ez dibînim ku, fedralî çareseriya herî guncayî ye."

Derbarê pêwendiyê Herêma Kurdistanê ligel Hikûmeta Navendî li Bexda Serokê Herêma Kurdistanê wiha got: "Piştî sala 2003an ewên ku, bi saya serê Kurdan bûn desthilatdar nanê xelkê Kurdistanê birîn, heta niha jî nayê zanîn ku, cawa wan maf daye xwe ku, nanê xelkê bibrin, herwiha nayê zanîn ku, wan kesan çawe li rêkeftin û biryarên xwe xwedî ne derketin, lewma dive em xwe nexapînin, du rê li pêşiya me hene, yak ji wan dive em destê xwe ji her tiştî bişûn, yan jî divê ev rewş nemîne û pêwendiyên me werin guhertin."

Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî:

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Hemwelatiyên xweşdiviyê Kurdistanê

Bi helkefta cejna neteweyî ya Newroz û serê sala nû ya Kurdî pîrozbahiyê li hemû xelkê Kurdistanê bi hemû pêkhatên olî û neteweyiyan ve dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindê şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim ku bi xwîn û qurbanîdanê gel û nîştîman parastine. Li vê helkeftê de hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên xwe re dişînîn ku ruhê wê wan hewêna serbilindî û jiyana gelê meye.

Newroz ji bo gelê Kurdistanê hilgirê peyama rûnakî û nûbûn û azadiye. Bi dirêjahiya dîroka gelê Kurdistanê li Newrozê da zulm û sîtem û tarîtî hatiye têkşikandin û serkeftin û azadî pêkhatiye. Zêdetirê serkeftin û xweşî û nexweşiyên gelê Kurdistanê li Newrozê da rûdane û dîroka me nexşandiye û nîşaneya ewe ye ku Kurdistan zulmê qebûl nake û dawiyê bi çewsandin û bindestiyê tîne.

Newroza îsal di demek daye ku navçeya me bi gûhertinên kûr da derbas dibe û gelê me li ber derfeta mezin û hereşeyê daye. Her çende êrîşa terorîstan û guvaşa hemû aliyên neyaran ji bo ewe bû gelê Kurdistanê destberdarê pêşkeftin û mafên wê yê rewa bihêlin lê belê bi xweragiriya xelkê û cangoriya Pêşmerge dijmin têkşika û gelê me ji hemû demek zêdetir pêdagire bo ku bigihe rûmet û azadî û xwediyê çarenûsa xwe bê. Pîrozbahiya Newrozê li xuşk û birayên xwe yên li perçeyên dinê Kurdistanê jî dikim û hêviya xweşî û serkeftinê ji bo wan dixwazim. Li gel ewe dayîn ku kêşeya Kurd li perçeyên din bi çareseriyeke aştiyane bê çareser kirin. Gelek nîgeran û xemgînim bi kûrbûn û aloztirbûna girjiyên Tirkiye, bo ku rê li karesatên mezin bê girtin û nebê şerê neteweyî, hêvîdarim şer û xwînrêhtin bê ragirtin û girjiyan zêdetir geş nekin. Di derbarê Sûriye jî sîstema pêşniyarkiriya federalî bi çareseriyekî guncaw dizanîn bo paşaroja Sûriye û ji bo serkeftinê divê pêkhat û aliyên Sûriye li ser rêkbikevin.

Bi pêwîstî dizanim bi vê helkeftê de di derbarê çend pirsek nêrîna xwe bi eşkere bi we yên xweşdivî rabigihînim.

Li derbarê qeyrana siyasiya Herêma Kurdistanê û babeta Serokayetiyê hemû hewlek li gel partiyan hate dayîn û ewê pêwîst bû ji bo çareseriya rewşê li gel partiyên siyasiyan hate behs kirin. Partiyan biryar li ser ewe neda hilbijartina Serok bê kirin, yan rêzdarek destnîşan bikin ji bo wergirtina posta Serokayetiyê û biryarê ji bo ewe jî nedan ku li berçavgirtina şer û giriftên din rewşa niha heta hilbijartinên 2017 wekî xwe bimîne û kar ji bo çareserkirina giriftên xelkê bikin. Bi mixabinî nekarîn çareseriya rewşa bikin û beşek ji wan tenê ketin nava tometbexşîn û kûrtirkirina giriftan ku kar jî gihîşte ewe, tu girîngiyek ji bo tomet û tevgerên wan namîne. Niha jî tekez li heman helwestê dikim ku hemû alî li ser sê bijardeyên hilbijartina Serokayetiyê yan destnîşankirina kesek ji bo wergirtina posta Serokê Herêma Kurdistanê yan biryardana li ser mayîna rewşa heta hilbijartinên pêş de rêkbikevin û dawiyê bi vê pirsê bînin. Di derbarê proseya siyasiya Herêma Kurdistanê jî li 23 ê hezîranê bingeha wê tewafuqê têkdan ku Hikûmet û Parlemen li ser hatibû avakirin, ji bo wê yekê baştirîn çareserî eweye Parlemen bê çalak kirin û Desteya Serokayetiya Parlemen û Hikûmetekî nû bê pêkanîn.

Di derbarê qeyrana darayî jî ku sedemên wê birîna budçeya Herêma Kurdistanê û têçûnên şer û mîhvandariya sedanhezar koçber û dabezîna nirxa neft û kêmasiyên birêvebirinê ve vedigerin, ji bilî wê yekê ku spasî bê payan li tehemul û xweragiriya gelê Kurdistanê dikim, ji wê yekê bawerim ku qeyran demkiye û pişt bi xweda û gelê me bi serkeftî qeyranê derbas dikîn. Ew projeyên çaksaziyê hatine ragihandin karên ciddî li ser hatiye kirin û encamên wê jî di demeke nêzîk de têne dayîn û yarmetîder dibê ji bo derbaskirina qeyrana darayî û desteberkirina dadperweriyê. Pêwîste qeyrana darayî wekî helêk temaşe bikîn ji bo piştbestina bi şiyan û sermayeyê navxweyî û desteberkirina çavkaniyên dinê dahatê û her wiha pêdaçûn û rastkirina şaşiyan û tundutolkirina sîstema kargêrî û karkirina ji bo binyatnana welatekî berhemhêner, bi awayekî ku li xizmeta xweşguzeranî û dadperweriyê bê ji bo gelê me. Min hêviyeke zêde heye dawî bi qeyrana darayî bê û çaksazî jî serkeftî bin û hîç qeyran û astengiyek jî nikarê rêgir bê li ber proseya çaksaziyê û ewên bi her sedemek dijî çaksaziyê radiwestin û li hewla bêhêvîkirina xelkê ne dê dawiyê de encama wê bibînin.

Cemawerê serbilindê Kurdistanê

Di destpêka dirustbûna dewleta Iraqê heta sala 2003 ku dewletek bû li ser bingeha şirîkatiya di navbera Kurd û Ereb, beşa gelê Kurdistanê ji wê şirîkiyê jenosayd û enfal û kîmyabaran û bi Erebkirin û hewldana ji bo nehiştina gelê Kurdistanê û têkdana çarhezar û pênçsed gundên Kurdistanê û bikaranîna samanên Kurdistanê li dijî xelkê Kurdistanê bû. Piştî raperîna 1991 û bi navê vekirina rûpeleke nû û pêkanîna pêkvejiyanê da gelê Kurdistanê meziniya xwe nîşanda û hêviya xwe bi tolhildanê nebir, tenê bi navê dawî anîna êş û ji bo agahdarbûna li çarenûsa dehanhezar bê serûşûnên enfalê, wekî şanda bereya Kurdistanî çuyîn Bexda û çavê me bi bikujên gelê xwe û tawanbarên Be'es jî ket lê belê desthilatdarên Iraqê wê peyama bilinda gelê Kurdistanê wernegirt û berdewam bûn li milhurî û sereroyiyan. Piştî 2003 her ew li ser milê gelê Kurdistanê bûn bi desthilatdarê Iraqê nanê xelkê Kurdistanê birîn. Hê jî nediyare ku çawa mafê bi xwe dane nanê xelkê Kurdistanê bibirin? Ji bo çi pişta xwe dane peyman û soz û îmzayên xwe? Dixwazim gelek eşkere rabigihînim ku girifta serekî çand û eqliyeteke ku rê nade pêkvejiyan û şirîkatî cihê xwe bigrê û nikarê pabendî destûrê bê û şirîkatiya gelê me qebûl bike. Ji bo wê yekê bila xwe nexelitînîn me dû rê li pêşe. Yan dest li hemû tiştek hilgirîn û qurbanîdan û xebata sedsaliya xwe piştguh bixîn yan divê vê rewşê û sirûşta peywendiyê li gel Bexda guhertin li ser da bê. Berdewambûna vê rewşa niha li berjewendiya hîç aliyek nabê. Ji ber ku em piştî wan hemû qurbanîdanan paşkoyî û pêvekiyê qebûl nakîn û çanda baladesta desthilatdarên Bexda jî şirîkatî bi gelê Kurdistanê rewa nabîne. Ji bo wê yekê li şer û kêşeyan dûr bikevîn û bikarîn xwe biparêzîn û jiyana xwe geş bidîn divê çarenûsa me bi destê me da bê. Gelê me êdî nikarê tehemula karesat û êşê bike û divê li aştiyê da bijî û pêwîste hemû aliyek û cîranên me êş û doza rewaya gelê Kurdistanê têbigihin. Daxwaza serbixweyî ya gelê Kurdistanê daxwazeke aştîxwazaneye û ne hereşe ye ji bo hîç aliyek û em dixwazin bi xweşî û hevdû têgihiştinê dûrî girjî û tundutîjiya li gel Bexda bigihîn encamê. Her ji bo vê mebestê jî berî encamdana referandumê, Herêma Kurdistanê dikevê diyalogekî ciddî û rastgoyane û eşkere li gel Bexda bo ku çareseriya kêşe û peywendiyên xwe bikin.

Ewên li navxweya Kurdistanê da beranber mafê serbixweyî yê dûdil û bigumanin û stratejiya wan têkdana asayîşa xelkê Kurdistane, dikevin bereya dijî serbixweyî ya gelê Kurdistanê û ewên ku dibêjin hê jî ne dema serxwebûnê ye, şanaziya wan destkeftên gelê Kurdistanê li ber wan nakevê û berpirs jî nabin ji hîç egerek.

Îradeya gelê Kurdistanê li ser rûyê hemû xwest û îradeyeke, doza gelê Kurdistanê rewaye û hêjayî giranbihatirîn destkefte ji ber ku li rêya azadiyê da qurbaniyeke bê hejmar daye.

Newroza we pîroz û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20.03.2016