Obama bi hilbestekê pirozbahîya cejna Newrozê dike.
K24-Hewlêr:
Barak Obama, ragehand, Newroz li hemû wan ksên li Emerîkayê û li sernserê cîhanê, bîrewerîya cejna Newrozê dikin, em jî careka din li Koçka Sipî bîerewerîya Newrozê dikin.
Obama amaje bi wê yekê kirk u li çend hefteyên dahatî em jî dê sênîya xwe xemlînin, keskatî, pelav û masî jî dê me hebe, renge me hine nanê birincî jî hebe, em li seranserê Emerîkayê dibin xanexwê yên hevalên xwe yên Îranî- Emerîkayî.
Serokê Emerîkayê, hilbesta hilbestvanekê Îranî bo bîrewerîya Newroz vexwînd û dibêje: Hilbestvanê mezin Fireydûn Mûşîrî, di dema xwe de nivîsîye, penceran vekin ku sirweya beyanê ji roja ji dayîkbûna Gûlan dike cejin û beharê li ser her tayekê û li tenişt her belgekê momek hilkirine.
Her di vê peyamê de, Obama behsa rêkevtina navokî kir û got: Îranê dû mehan berî niha peymanên xwe li ser binemaya rêkkevtina encamdan, niha pişka serekîya pirograma nevokîya xwe ber bi pişt ve vegerandîye û pîvankên hilsengandinê qibûl kirîye, li beranber welatên cîhanê çend sizayekên abûrî li ser Îranê heilgirtine.