Xalid Elî: TEV-DEM bê veger ji ENKSê re federalîzm ragihand

endamekî Encûmena Şêwirmendiyê ya Partiya Demokrata Kurdistanî – Sûriye (PDK-S) dibêje, hemû aliyên siyasî li Kurdistana Sûriyê bo Federalîzmê hevnêrînin, lê TEV-DEMê bê veger ji ENKSê re û tena serê xwe ew Federalêzm ragihand.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e59a92e2-eace-400a-8987-ec98d6f93b7f/xalid%20eli.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

endamekî  Encûmena Şêwirmendiyê ya Partiya Demokrata Kurdistanî – Sûriye (PDK-S) dibêje, hemû aliyên siyasî li Kurdistana Sûriyê bo Federalîzmê hevnêrînin, lê TEV-DEMê bê veger ji ENKSê re û tena serê xwe ew Federalêzm ragihand.

Endamê Encûmena Şêwirmendiyê ya PDK-Sê Xalid Elî, tevlî bultena “Êvarname” ya K24ê bû û ragihand, ENKSê destpêkê projeya federalîzmê bo Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê pêşniyar kir, hemû aliyên siyasî li Kurdistana Sûriyê bo Federalîzmê hevnêrînin, lê TEV-DEMê bê veger ji ENKSê re û tena serê xwe ew Federalêzm ragihand.

Elî diyar kir, du xalên sereke yên federalîzmê hene (qanûnî û siaysî), federalîzma ku hatiye ragihandin jî tenê di çarçoveyeke aydolojî ye. Ev sedsal bo bidestxistina mafê netewa Kurd e, siyaseta ku PYDê birêve dibe, rêgirtineke li pêş vê yekê, loma ENKS nikare ti gavekê bavêje jî.”

Elî got: “Rewşa giştî ya Sûriyê şer e, niha jî hêzên çekdar yên li ser erdê xwe ferz dikin,   ENKSê xwedî vîn, hêz û proje ne, projeya me nameşe ji ber ku em neketina projeya rêjîmê, Tirkiye û Îranê.”

Elî got jî: “Piştî şerê Kendavê yê duyemîn projeya Rojhilata Navîn ya Nû derket hole, di vê projeyê de jî cihê Kurd jî di vê projeyê de heye, serkeftina vê yekê, yekrêziya Kurd û aliyên siyasî yên Kurdî ne.”