HDP: Li Geverê çekên kîmyewî hatine bikaranîn

Li bajaroka Geverê ya ser bajarê Colemêrgê ji bo rakirina barîkat û xendekan xedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin. Di vê qedexeya ku kete roja xwe ya 8, hate îdiakirin ku li bajarokê Geverê çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ev 8roj in ku9 taxên bajarokê tên topbarankirin. Îro jî li bajarokê Geverê dengê şer û pevçûnê û teqîna bombeyan hebû. Doh bi şev jî taxa Zagrosê hate topbarankirin û topên hewanê li malekê ket. Di wê malê de 4 kes hebûn. Di encama vê topbaranê de her çar kes jî bi saxî filitîn.

Ligel van rûdanan parlamenterên HDPê Lezgîn Botan, Nîhat Akdogan û Abdullah Zeydan îdia kirin ku  li Geverê li taxên wekî Zagros, EskîKişla, Dizê û Ormanê çeken kîmyewî hatine bikar anîn.

Li gorî van agahiyan ku 40 şervanên YPS û YPS JINê jî, ji ber çekên kîmyewî canê xwe ji dest dane.