Maddeya 83 çi ye û çawa tê guhertin?

Cıgîrê Serokê Fraksiyona Ak Partıyê Nacî Bostanci dı çarçoveya rakirina parêzbendiyan de yekem civînên xwe yên gel partiyên opozîsyon xilas kirin. Ak Partî bı pêşniyazekê çû pêşiya partiyên opozîsyon, partiyên opozîsyon jî ji bo bersiva tekez dem xwestin. Pêşniyaza ak partiyê çi ye û çawa dikare pêk were?

K24 – Enqere

Cıgîrê Serokê Fraksiyona Ak Partıyê Nacî Bostanci dı çarçoveya rakirina parêzbendiyan de yekem civînên xwe yên gel partiyên opozîsyon xilas kirin. Ak Partî bı pêşniyazekê çû pêşiya partiyên opozîsyon, partiyên opozîsyon jî ji bo bersiva tekez dem xwestin. Pêşniyaza ak partiyê çi ye û çawa dikare pêk were?

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu di hefteya borî de bi daxuyaniyek balkêş berê nîqaşên parêzbendiyan guherand. Davutoglu diyar kir ku ew amade ne parêzbendiyan rakin û herwiha bangî partiyên opozîsyon kir ku piştgiriyê bidin wan ku ev yek pêk were.

Piştî daxuyaniya Davutoglu bi awayekî lezgîn Cîgirê Serokê Fraksiyona Ak Partiyê Nacî Bostanci hat peywirdarkirin û Bostanci bi pêşniyazekê derket pêşiya partiyên opozîsyon. Bostanci naveroka ew pêşniyaza ku rêya rakirina parêzbendiyan vedike wiha rave kir.

Bostanci got jî: “Me pêşnumayek pêşniyaz kir ku guhertina maddeya 83. dihewîne, bi vê yekê qonax û gav ji holê radibin û fezleke rasterast diçin ber destê Dadgeha Bilind. Pêşniyaza me wisa ye ku opozîsyon wê bibêje “Ne bes e, lê erê.”

Pêşniyaza Ak Partiyê guhertina 2. xala maddeya 83ê nîşan dide û herwiha hikûmet dixwaze guhertin jî demkî be. Hiqûqnas Abdullah Koç diyar li, li gor yasayên Tirkiyê jî guhertinên demkî mimkun in û herwiha hurgiliyên maddeya ku qala wê tê kirin jî  wiha ne: “Di maddeya 83. de dibêje; parlamenterekî eger sûcek pêk anîbe, ji derveyî vîna parlamentoyê bi tu awayî darazandina wî ne mumkin e. Eger madde bê guhertin têkîliya mijarê gel parlamenê namîne û prose rasterast digel dadgehê birêve diçe.”

Eger pêşniyaza Ak Partiyê ji aliyê partiyên opozîsyon ve bê pejirandin li parlamentoyê û dengdayîn pêk were û herwiha di encamê de jî eger hejmara 367 bê dabîn kirin guhertin wê di destûrê de bi awayekî demkî û fermî cîbicî bibe. Hikûmetê tura civînên yekem temam kir û her 3 partiyên opozîsyon jî diyar kirin ku piştî nirxandinên navxweyî bersiva xwe ya fermî wê ragihînin. Eger babet li parlamentoyê bê pesend kirin jî bi 507 fezlekeyan bo 112 parlamenterî rêya darizandinê vedibe.

Li aliyê din hevserokê HDPê Selahaddîn Demîrtaş di hevpeyvîna taybet ya gel K24ê de diyar kir ku eger parêzbendiya parlamenterek wan jî bê rakirin ew ê wek 59 parlamenter bi hev re tevbigerin.