Sîyaseta Elmanya li hember penaberan hatîye guhertin.

Serokê Yekêtîya Civakîya Mesîhî, ew partîya xûşka partîya Yekêtî Dîmukrtîya Mesîhî ku Encêla Merkil, Rawêjkar Elmanîyayê serokatîya wê dike, ragehand: Hikumeta Mêrkil sîyaseta xwe li benaber paneberan guhertîye.

K24-Hewlêr:

Serokê Yekêtîya Civakîya Mesîhî, ew partîya xûşka partîya Yekêtî Dîmukrtîya Mesîhî ku Encêla Merkil, Rawêjkar Elmanîyayê serokatîya wê dike, ragehand: Hikumeta Mêrkil sîyaseta xwe li benaber paneberan guhertîye.

Horist Zîhofer bi rojnameya (Bêld Am Zontac) got: Serera ku îtarf nekirîye, lê hikumeta fîdralî bi temamî sîyaseta xwe ya peywendar bi penaberan guhertîye.

Horist Zîhofer got jî: Bi hêwaşî xwe vekşandinek ji çanda bixêrhatina bê merc heye, ji bilî wan wêneyên ji sinûra Yûnan- Mekadonya dihên, hîç sîyasetvanekî ev gotîye( sinûr vebûye û bila rê bidin hemû bihên Elmanîya).

Ji alîyek din Anton Hofrayter berpirsê balaya Partîya Kasik rikaberê rawêjkara Elmanîya, bi rojnameya Rînîşe Post re gotibû: Bi piştîvanîkirinê li rêkkevtina di navbera Turkêyayê û Yekêtîya Ewrûpayê de li ser penaberan, Mêrkil dest ji rêbaza mirovînîyê berdaye.

Zîhofer ku serok wezîrên Herêma Bavarîya ye, rijet li ser ewê yekê ku salane pêşwazîyê li 200 hezar penaberan bike, lê Mêrkil, ev daxwazî red kirîye li şûna wê girewê li ser çareserîya Ewrûpayî diek bo tengijeyê.

Havîna 2015, rawêjakar Elmanîya, sibûra welatê xwe li pêşîya penaberan vekir, wê demê Elamanîyan pêşwazî ji wan penaberan kir ku digehin Miyûnşinê, lê li gel guhertina hestan li hember penberan, Mêrkilê bi pêdivî zanî, hijmara wan kesên dihên Elmanîya bihê kêmkirin.

Li gor amaran li sala 2015, 1,1 milyon penaber gehiştine Elmanîyayê.

Jêder: Royterz