Gorran daxwaz dike, desthilat radestî wan bihê kirin
K24- Hewlêr:
Piştî alozbûna rewşa sîyasîya başûra Kurdistanê û wan pênc mehên danûstandinên alîyên sîyasî, niha Bizava Gorran daxwaza hilweşandina hikuemtê dike. Endamekê Mekteba Sîyasîya Yekgirtûya Îslamî jî dibêje: Ev daxwazîya nûya Bizava Gorran, cihê qibûlkirnê nîye û bi sanahî nekarîn evê berpirsyarîyê bixin stûyê xwe.
Bizava Gorran daxwaz dike PDK û YNK waz ji desthilatê bihînin û desthilatê radestê Bizava Gorran bikin. Berpisekê Bizava Gorran Nameyeka xuya dişîne bo PDKyê û YNKyê û dibêje: niha dema wê yekêye hevwelatî nimûneya fermanrewayîya me jî taqî bikin.
Ebdulrezaq Şerîf, endamî Civata Gorran, daxwaz ji Pratîya Dîmukratîya Kurdistanê û Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê kirk u waz ji fermanrewayî ya Kurdistanê bihîin û Fermanrewayê radestî Bizava Gorran bike, daku xelkê Kurdistanê wan jî bibîne di fermanrewayê de.
Ebdulrezaq Şerîf dibêje: Bila ew ji desthilatdarîyê bihên xwarê û waz bihînin, wan nimûneyek nesreketî pêşkeş kirine, ku herêm ber bi ayîndeyeka metirsîdar birîye. Ev bîst sale ew hukim dikin û roj biroj wêrantir dikin û divê ew bi daxwaza lêborînê ve jî ji desthilatê bihên xwarê.
Li bernber daxwazîya Gorran, Bekir Mistefa enndamê Mekteba Sîyasîya Yekgirtûya Îslamî dibêj: Ev daxwaz karvedane, evro ev nahê bicihhîna, locîka desthilatê hatîye dabşkirin, lew baştrîn derçe, ewe ku evan pênc alîyan bi hev re rêkkevtine hikumeta binkefirehe bi hev re berdewam bikin û çareserîya arîşeyên sîyasîyên di navebra alîyan bikin. Panayê nebin bo ber derxistina alîyekê yan dûyan, çunku rewşa Herêma Kurdistan evê ji me naxwaze.