Bi dehan kes ji Hewîce revîn û xwe radestê Pêşmeregeyan kirin.

Li gel nêzîkbûna dema rizgarkirina qezayê Hewîce, koça bi koma hevwelatîyan bo sinûrên hêzên Pêşmerge ber bi zêdebûnê diçe, şeva bûrî 170 kesan xwe radestê hêzên pêşmerge kirin.
kurdistan24.net

K24- Kerkûk:

Li gel nêzîkbûna dema rizgarkirina qezayê Hewîce, koça bi koma hevwelatîyan bo sinûrên hêzên Pêşmerge ber bi zêdebûnê diçe, şeva  bûrî 170 kesan xwe radestê hêzên pêşmerge kirin.

Ev xêzanên Ereb behsa perîşanîya xwe li jêr destên Daişê bo Kurdistan 24 dikin. Ean zêdetir ji  15 demjimêran bi pîyan hatine, daku ji destên Daişê rizgar bibin.  Wan bi dehan çîrokên tiracîdî dîtine û pişkek ji wan çîroakan bo Kurdistan24, behs dikin.

Pêşmerge piştî encamdana erkê xwe yên mirovanî li hember wan xêzanan bi dabînkirina av û xwarnê bo wan û xizmetkirina xêzanan, dûv re bi rêz ve wan dişînin serveyê xwe û qonaxa vekolînê dest pê dike.

Mîkayîl Ûmer Enwer fermandarê fewca 2, lîwa 2 ya hêzên Pêşmerge, got: vir binkeya asayîşa bajarokê Dubize, hemû ewên ji sinûrên Daişê li mihwera rojavaya Kerkûkê xwe radestê Pêşmerge dikin , li vi rem vekolînên hûr li gel wan dikin. Çunku wek evî berpirsê asayîşê got: gelek caran Daiş bi merema duristkirina Şaneyên Nivistî, çekdarên xwe li gel xêzanan dişîne.

Elî Mehemed Hadî, rêvebrê binekeya Asayîşa qezaya Dûbiz got: Li gor amarên asayîşa Dûbiz, piştî hatina Daişê bo sinûrê Kerkûkê, Heya niha sê hezar xêzan ji mihwerê rojavaya Kerkûkê vex we radestê hêzên Pêşmerge kirine û hijmara wan li zêdbûnêye.