Berî niha li firokexaneya Biroksilê li Belcîka dû peqîn hatin encamdan.
K24- Hewlêr:
Demekê berî niha dû peqîn li firokexaneya Biroksil a paytexta Belcîkayê hatin encamdan û bi egera wê jî hijmareka kesan bûne qurbanî.
Li gro zanîyarîyên Mêdya yên Belcîkayê, niha, berî demekê dû peqîn li firokexaneya Biroksilê rûdan û bi egera wê geştên asmanî di wê firokexaneyê hatin rawestandin.
Peqîna yekê li hola derçeyê rûda û ya dûyê li termînalê, ewa heya niha hatîye zanîn 11 kes hatine kuştin û hijmareka birîndaran hene.
Dû peqînê jî firokexane hat çolkirin û hemû rêyên diçin firokexaneyê hatin girtin û geştên firokeyan jî hat ragehandin.