Sêyem peqîn jî li Biroksilê rûda.
K24- Hewlêr:
Piştî wan dû peqînên bûrî ku evero li Birroksil a paytexta belcîkayê çêbûn û bi egera kuştina 11 kesan û birîdarbûna 30 kesan. Peqîna sêyê jî rûda, li mitroya biroksilê , li nêzik balexaneya Yekêtîya Ewrûpayê.
Li gor zanîyarîyan encamên zincîre peqînên Biroksilî gehiştîye 17 kuştî û 25 birîndaran, herweha rewşa neasayç li belcîkayê gehiştîye bilindtirîn ast, wezreta hindurîya Belcîkayê ragehand: rewşa neasayî di wî welatî de ji pile sê hat bilindkirin bo pile çar, Herweha hikumeta belcîka daxwaz ji hevwelatîyên xwe dike li mal bimînin û neçin derve.
Mêdyayên cîhanî ragehandine, li firokexaneyên Parîs û Firankfortê rêkarên asayîşî yên tund girtine pêşîya xwe.