Nwênerê Kantonên Rojava: Herêmeka Kurdî Ne armanca me ye.
K24- Hewlêr:
Rodî Osman nwênerê kantonên Rojavaya Kurdistanê li Suryayê Ragehand, Herêmeka Kurdî ne armanca me ye li Sûryayê.
Rodî Osman Nwênerê Kantonên Rojavaya Kurdistanê li Moskoyê bi ajansa nûçeyên ragehandye: Armanca me li Surayayê duristkirina Herêmeka otonomî Kurdî nîye.
Herweha li ser evê yekê Rodî Osman dibêje: Rojavaya Kurdistanê divêt sistemeka fîdralî hebe, ku her surîyek xwe têde vebîne û herêmeka Ilmanî û dîmukrasî be û hemû surîyek bi nwenerînîya xwe bizane.
Ji wê dema ku PYDyê fidralîyeta Rojava û bakûra Suryayê ragehandîye, gelek welatên cîhanê, pêngavên PYDyê red kirin û piştîvanîya xwe bo yekparçeyî ya Suryayê derbirîn.
Sera ewê yekê ku opizisyûn û hikumeta Suryayê di şerr de ne li gel hev, lê herdû alî kok û rijtin li ser yekparçeyî ya axa Suryayê û fîdralîya Rojava Kurdistanê red dikin.