Fîgen Yuksekdag: Tirkiye di nav qedexeyan de maye

HDP ji bo Cejna Newrozê beriya heftekî serî li parêzgeha Stenbolê dabû. Rêvebirên parêzgehê bi hinceta ewlehî û rê li ber girtina bûyerên provakatîf pîrozbahiyên Newrozê yên Stenbolê qedexe kir.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/27ebf2c3-e63e-4d92-8ec2-4fece37e0185/NewrozWelatiBindestkirin.ism/manifest

K24-Stenbol

Rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan, li gel endamên xwe li navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê bi amanca pîrozbahiya Newrozê hatin cem hev.

Lê belê parêzgehê bajêr bi hinceta ewlekariyê Cejna Newrozê a li qada bazarê ya Bakirkoyê qedexe kir. Jinikeke ku navê wê nediyar e nerazîbûna xwe nîşanî qedexeyan da û piştre hate desteserkirin.

Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag da zanîn ku li Stenbolê 120 kesên ku dixwestin Cejna Newrozê pîroz bikin hatin desteserkirin.

Ji K24ê wiha got:"Di nav kesên hatine desteserkirin de rêvebirên partiya me jî hene. Polîs rê neda ku hemwelatiyan biçin qada Bakirkoyê. Li Êlih, Edene, Îzmîr û Rihayê êrîş birin ser hemwelatiyan. Êdî Tirkiye ketiye rewşeke wisa ku di nav qedexeyan de maye. Me dixwest di vê Newrozê de peyamên azadî aştî û hevjîneke demokratîk bidin lê nehiştin."

Li ser rêyan gelek polîs hatibûn bicîhkirin û gelek kolan ji çûnûhatinê re hatin girtin. Kesên ku ji mala xwe derketibûn dixwestin biçin Bakirkoyê, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Bi gaza îsotê êrîş li gel hat kirin.

Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek rexne li hinek nûçeyên der barê çalakiyên bo Newrozê de kir û wiha axifî: "Qedexe dibe sedema tundiyê, li hinek rojnameyên Tirkiyê dibêjin di Cejna Newrozê de wê bombe were teqandin. Ev ne rast e. Bi vî awayî çavê miletê ditirsînin û mirûza civatê xira dikin. Civat newêre ku ji mala xwe derkeve derva."

HDP ji bo Cejna Newrozê beriya heftekî serî li parêzgeha Stenbolê dabû. Rêvebirên parêzgehê bi hinceta ewlehî û rê li ber girtina bûyerên provakatîf pîrozbahiyên Newrozê yên Stenbolê qedexe kir.