Salih Mislim: Berjewendiya gelê Kurd di Sûriyeka yekgirtî de ye

Di 17ê vê mehê de, fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê ji aliyê TEV-DEM û alîgirên wê hate ragehandin, ragehandina wê herêmê karvedanên cuda li pey xwe anîn.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim perçekirina Sûriyê redike û dibêje ku, ew dewletekî Kurdî naxwazin ji berku berjewendiya gelê Kurd di Sûriyeka yekgirtî de ye.

Derbarê avakirina dewleteke Kurdî li Sûriyê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim di hevdîtinekî xwe de ligel rojnameya El-Qebes a Kuwêtî wiha got: "Qet ne di hizra me de ye ku, em dewletî Kurdî li Sûriyê damezrînin, em ligel yekgirtina Sûriyê ne û li dijî perçebûna wê ne, ji ber ku, berjewendiya gelê Kurd di yekgirtina wî welatî de ye."

Derbarê danûstandinên Cenêvê Mislim da zanîn ku, partiya wan nûneratiya piraniya gelê Kurd li Sûriyê dike, aşkere kir ku, Tirkiyê naxwaze çareseriyeke siyasî li Sûriyê hebe lewma ew hatin dûrxistin ji wan danûstandinan.

Herwiha Salih Mislim redkir ku wan derbarê fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê pêwendî li gel Rûsya û rejîma Sûriyê kiribe.

Di 17ê vê mehê de, fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê ji aliyê TEV-DEM û alîgirên wê hate ragehandin, ragehandina wê herêmê karvedanên cuda li pey xwe anîn.