Nasnameya xwekujên teqînên Belcîka aşkerbû
K24-Navenda Nûçeyan
Dezgehên ragehandina Belcîkayê nasnameya xwekujên teqînên ku duh, li Pirukselê hatibûne encamdan aşkerekir.
Li gor ragehandina dezgehên Belcîkayê kesên ku, ew teqîn kirîn du birayên hevin bi navê Ibrahîm Begrawî û Xalid Begrawî ne, herwiha ew her du jî welatiyên Belcîkayê ne.
Duh, sê teqînan bajarê Pirûkselê paytexta Belcîkayê hejand, di encam de 34 kes hatin kuştin û zêdeyî 200 kesên din birîndarbûn.