Serdozgeriyê derbarê Newroza Diyarbekirê de 4 lêpirsîn vekir

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê derbarê Newroza Diyarbekirê de 4 lêpirsîn vekir. Sebebê lêpirsînê ‘propagandaya rêxistina terorî’ hat nîşandan.

K24 – Diyarbekir

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê derbarê Newroza Diyarbekirê de 4 lêpirsîn vekir. Sebebê lêpirsînê ‘propagandaya rêxistina terorî’ hat nîşandan.

Li gorî zanyariyan, lêpirsîn li gorî Destûra Têkoşîna bi Terorê re hatine vekirin. Di çarçoveya lêpirsînê de hêzên ewlekariyê li hejmareke bersuc digerin û hê jî nasnameya bersûcan nehatiye diyarkirin.

Li gorî ragihandina serdozgeriyê, flamayên kesk, sor û zer û posterên rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK-ê Abdullah Ocalan weke amûrên sûc hatine destnîşankirin.  

Dozgerî radigihîne ku di sînevîzyona li ser dika pêşkêşiyê jî, propagandaya rêxistina terorî hatiye kirin û derbarê rayedaran de lêpirsîn daye destpêkirin.

Di Newrozên salên borî de jî di destê xelkê de flamayên kesk, sor û zer û posterên Abdullah Ocalan hebûn lê belê hêzên ewlekariyê ti destlêwerdan nedikir.